honerî em zemane

Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  777 Dîtin
honerî em zemane bê dengin
boye mîllet le paş û pê lengin
tezḧye lazme leser şa’îr
çunke řoḧî řewanî ferhengin
xwêndine, wa birayî hêna pêş
dûr le tałan û kuştin û cengin
ew kiçane ke îste eybînî
çende nazdar û nazk û şengin
ḧeyfe wa pol be pol le bêgara
zerd û jakaw û zîz û bê řengin
pałewanî behêzî karîger
boçî wa gişt melûl û dił tengin
seyrî pîranî têgeyştû ken
her ełêy gêj û lêweyî bengin
boçî hendê le zinceda xinkaw
hendê diłxoş le koşk û ewřengin
ger temaşay des û dem û çaw key
ademîzade pakî yek řengin
bo le jîna gelê be meyl û mirad?!
desteyê gîrî řozîy tengin
boçî nadanî dewłemen, jîrin?!
boçî zanay bê newa nengin?!
ey desey xwêndewar û paşkewtû
ko bino, yek girin wekû hengin
şan eken, şar eken, egen be mirad
boçî îtir ze’îf û bê řengin