xencerî qani’ û taqî kîsra
Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
6 Xulek
865 Dîtin
řojêk le beẍda derçûm bo geřan
řuwew řojhełat be nawî seyran
le paş maweyek řoyîm be řêda
manû bûm tozêk wêsam le cêda
katî behar bû řwanîm ew deşte
be guł çinrabû, etut beheşte
mêrgî piř çîmen, gułî sewz û sûr
řîzî gołałan edrewşa le dûr
řwanîm le dûro girdê dyare
tozê têfkiram bînîm asare
herwa řoyştim ta geyîme pałî
nextêk têfkiram le şêwe û ḧałî
zanîm paşmawey dewrî dewrane
xapûrî destî cewrî zemane
dû taqî gewrem lewê pêş çaw kewt
kone û dařûxaw be wêney eşkewt
be çawêkî wird xeylê têfkiram
lew cêgey xoma wêsam be sersam
witim ey gerdûn piř zułim û sitem
piř meynet û êş, piř derd û elem
em yadgare hî kam dewreye?
cêgenşînî kam şay gewreye?
kê pêy diłxoş bû? kê kirdî be mał?
kê îşî tya kird? kê pêy bû xoşḧał?
kê dîwarî kird? kê řiştî řengî?
kê cêy hêşt paş xoy zor be diłtengî?
kê kûrey geçî bo hênaye taw?
kê tya dirust kird baẍ û ḧewzî aw?
kê dewrî şahî têda be ser bird?
kê tya da’enîşt? kê xizmetî kird?
axo çen hejar bê serusaman
bo miḧakme hatne dîwan?
axo çen gencî bêkesî hejar
leser xořayî tya dirabê le dar?
axo çen hetîw bê dak û baban
tya hełtûtabin bo parçeyek nan?
xozge emzanî cêgey kê buwe
fewtî kirduwe û becêy hêştuwe
emzanî cêgey kam şehryare
’edił perwere, ya sitemkare!
weten perwer û řû le zeḧmet bû
ya wek hêndê şa, gurgî mîllet bû
xozge emzanî em kelaweye
nîşaney ’edłî hîç be laweye!?
ناگاە lew girde dengê peyda bû
be zimanî ḧał kewte giftugû
witî: ey xencer! hejarî bêkes
le min xirabtir bebê feryadřes
em taqe kone wa dařûxawe
asarî konî ’edłe cê mawe
paşmawey dewrî newey sasane
yadgarî kon, newey şahane
wextî xoy cêgey şehryaran bû
taqaney daykî çerxî dewran bû
çen girêy diłî hejarî kirdo
le řûy meydana goy ’edłî birdo
em taqe kewa etrafî boşe
kone û dařûxaw, rengî nexoşe
eme serçawey ’edłî dinya bû
bêwêne û nayab taqî tenya bû
kangay dadga û ’îlim û zanîn bû
bo baxçey gelî hejar perjîn bû
cêy guşadbûnî diłey piř xem bû
cêy derkirdinî cewr û sitem bû
cêgey şayanî ’edłinewa bû
cêy zanayan û destey mela bû
cêgey şanazî netewey kurd bû
cêgey şêranî bedestubird bû
cêy diłxoşkirdin newey meẍûr bû
cêy pêkenîn û şadî û sirûr bû
cêy pêkhênanî awatî kiz bû
dûr le însanî řûřeş û diz bû
menwaře bira êste xamoşe
nawî le bazař ḧeq feramoşe
enewşîrewan, newey sasanî
bo dadgay xoy emye pêkhanî
kîsra netewey sasanyan bû
şahî dengidlêr, merdî meydan bû
sasanyekanîş kurdî tewawin
le naw mêjûda be kurd nasrawin
pexiş bû ’edłî be řûy dinyawe
nawî meşûr bû le her çwar lawe
le dewrî kîsra pêko gurg û meř
jînyan ser eçû, bê hera û bê şeř
terazûy sitem petî çiřabû
giłopî ’edłî, tya hełkirabû
hetakû dewrey newşîrewan bû
yeganey destî dewrî dewran bû
eme deskirdî şahî kîsraye
menwaře bewa wa bênmaye
ezanî boçî wa datepîwim!?
êste azyetbar her wek hetîwim!?
min fexir ekem bem wêraneye
çunke paşmawey ew zemaneye
min çende ałay řengawřengim dî
çen dewrî jînî be bêdengim dî
çen mîlletperwer çen padşahan
çen azadîxwa, çen pałewanan
çen wezîrî baş, xemxorî hejar
destey na’îban hezaran hezar
çen edîban û ’almanî çak
lay min koçyan kird bo jêr perdey xak
em deşte gewre ebînin be çaw
swar řîz ebun bo seferî řaw
hejar û kwêxa û wezîr û paşa
hîç ferqî nebû lew dewre, ḧaşa
kes zordar nebû, hemû wekû yek
le şêx û aẍa û asniger û beg
kes małî kesî be zor ne’ebird
giłopî ’edił dinyay řûn ekird
hemû be diłxoş, dem be pêkenîn
dewryan řaburd le řûy serzemîn
menwaře be wa ke êste çołim
wêrane û řûxaw, cêmawî polim
řîzî sware û pêşmergey dilêr
lem deşte gewre ewêsan wek şêr
êwarewexte bo selamî şa
zor be muḧterem ewêsa sipa
dengî keřena û muzîqey hordû
le her çwar lawe, newek yek û dû
hemû beyanê te’lîmî ’esker
tedrîbî şimşêr, gurz û berkemer
bo cejnî newroz ebû be hera
le her çwar lawe ała heł’ekira
bo dawa kirdin dewrî asayş
der’eçû sipa řojî nimayş
em gořistane kewa dyare
menziłgay koçî lawanî şare
çen law, çen gencî zîrek û dilêr
jîr û hunermend, wekû bêçuweşêr
çende edîb û çen sin’etkaran
çen çawnetirsaw, çen kasbikaran
çen pyawî gewre, çen minałî wird
le turk û ’ereb, le fars û le kurd
lem gořistane bûn be mîwanî
cêgeyan xoş kird be cawîdanî
ew dewre xew bû, bînîm û derçû
sed hezar xozgem be zemanî zû
xencer! bizane dinya her waye
bo hemû kesê her bêwefaye
min belay xomo kangay ’edił bûm
êste ebînî ke bem derde çûm
ew cêge, cêgey sitemkarane
axo çî lê ka destî zemane?
biřwane le ḧał lu’îs û zuḧak
be çi eḧwałê çûne perdey xak!?
min nawî çakem xiste dinyawe
ewan le’netyan le şwên cêmawe
madam ke dinya her axirbûne
baş bê û xirap bê, le des derçûne
çen xoşe gişt kes nawî be çake
mêjû bînûsê le řûy em xake