ladêyî û bizin firoştin û hełbijardin

Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  1209 Dîtin
řojê kabrayek danîştûy dêhat
dû biznî hêna û bo nawşar ehat
ke byafroşê bo pêwîstî mał
geyşte nawşar sa beher eḧwał
ew řoje řojî hełbijardin bû
le hemû şarêk na’îb nardin bû
kuřêkî şarî geyşit be kabra
witî: ha çonî ey desebra!
xerîkin ře’î eden bo nwêner
toyş biřo ře’ît bixere defter
ladêyî witî: ře’î çilone?
axo tazeye ya wekû kone?
min be temen xom ře’îm nedîwe
le hîç kesîşim hîç nepirsîwe
nazanim ře’î xwardine ya poşak
nazanim aya bê feře ya çak!
min hemû řojê dêm bo naw bazař
bo ře’îm nedî lay ḧacî û tucar?
axo be mitre ya be kêşane?
axo ber teske ya berî pane?
be deste eyden yaxo be dane?
nirxî girane yaxo herzane?
er şitî çake herdû biznekem
eydem be ře’î bê zyad û kem
eger xirape boçî bîkiřim?
nanî xêzanî birsî bibiřim?
ew bizne eydem be ře’î bêfeř
eydem be kiłaş bo pêy eḧe keř!
kabray şarsanî lêy hate ziman
witî: ladêy hejarî nezan
ře’î bo pyawî mendûb danrawe
le wiłatê yekê dyarî kirawe
mendûb yekêke eçête beẍdaCih
bo natewawî hewłman bo eda
nayełê hergîz zorman lê biken
des řencî ême be bayî biben
qemçî bipêçin le ser û gwêman
be xut û xořayî cwên biden pêman
eman parêzê çun ḧeqdarmane
le xoman çatir ew xemxormane
ladêyî:
boçî kake gyan! ewe her buwe?
îste dahatuwe, ya pîşey zuwe?
şaristanî:
ne, ne, birakem! buwe ta buwe
meclîsî newab, her pîşey zuwe
katê teşkîlat ḧikumet kira
meclîsî newab xêra danra
em çen sałîşe mendûbit buwe
le kurdisano bo paytext çuwe
ladêyî:
er mendûb heye, bo desey zordar
her řoj ne řojê emben bo bêgar?
er mendûb heye boçî mam kwêxa
leser xořayî abřûm eba?
er mendûb heye û ẍîret enwênê
aẍa cerîmem bo lê esênê?
er mendûb heye tûtnekem kwanê?
er mendûb heye donmekem kwanê?
er mendûb heye boçî hezaran
be birsî egrîn şewsû êwaran?
ne ře’îm heye û mendûbim ewê
biznim le mendûb zor xoştir ewê!
ta îste mendûb hîçî nekirduwe
îtir min çîme lem hatuçuwe?