bo wênekem
Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
716 Dîtin
wênem, wêney bedbextî
kanî derd û sersextî
fidbołî şeqî dewran
sûkî pêş çawî gewran
çende kizî û hejarî
kesasî û berdebarî
řojê sepan, ya şwan
ya çayçî, ya gawan
ya aşewanî naw toz
bê xemxor û bê diłsoz
wênem boye qupîwe
çende birsyetî dîwe
řojê nebû ke dewran
çawim siřê le giryan
’umirim geyî be penca
hîç îşêkim negunca
daym henasanî serd
lêwuşk û zîz û řengzerd
heta êreme hanî
be kizî dinyay fanî
îtir wextî mirdinme
gerdin azad kirdinme