hawarî «amîne» daykî «kutek» bo hemû daykanî cîhan
Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
3 Xulek
740 Dîtin
xuşkî xoşewîst, yaranî diłsoz
daykî kuřanî lawî cigersoz
binwařn bo ah derûnî tengiman
binwařn bo bar zimanî lengiman
binwařn bo řenc bebaçûy xoman
bo şîn û zarî, hatûçûy xoman
biřwanin bo lêw piř barî zerdiman
bo qirçe û birjeyTeksta ne aşkira diłey piřTeksta ne aşkira derdiman
biřwanin bo ser bequř gîrawman
bo xuřey firmêsk xwênawî çawman
ême no mang û no řoj ekêşîn
besed nałe û derd, besed nexoşîn
kuř peyda ekeyn, behezar kêşe
bew nałe nałew, bew derd û êşe
sa bîparêze ba sermay nebê
baweşênî ke ta germay nebê
katê nexoş kewt nuştey lay şêxan
yan xestexane bo daw û derman
haşawuł bolay dirawsê birdin
şew û řoj giryan, le tirsî mirdin
heta minałe peřo gû şorîn
bêşke řajendin le katî girîn
beřoj le baweş, şew layelaye
bełkû gewre bêt, bot bête kaye
kirase şiřekey zû zû bişore
heta hejde sał biřo bem core
katê bû be kuř bîben bo řûy ceng
bîken be nîşan bo şêlgî tifeng
gulle top bida, le peřey diłî
kam dił? ew diłey wek peřey gułî!!
let let cigerî le dem bête der
be dem nêzewe, ya nûkî xencer
çawî nazarî piř bê le xwênaw
bałe tepê ka, wek kewî kujraw
hawar! hey daye, hey babe aman
firyam bikewn, desim be daman
letaw gyan kenişt, dem daçeqênê
le gonay zerdî cwanaw biřjênê
bebê çořê aw, be bê xemxiwarê
ewe key dîne berditan lê barê
namewê kuřim çaw bika le kes
xełqim bo bigrê û bîka bejêr des
namewê dinyam bo bika be bazař
şitî tyafroşim, bibim be tucař
namewê kuřim bo biken be pen!
fêrî kuştarî naw fiřokey ken!
feqîr û hejar bombardiman ka
yaxud pyade bê û xełkî tałan ka
namewê nêze besête piştî
yan otomatîk bigrête miştî
kuř boye çake ẍîret binwênê
nan daykepîrî xoy bedes bênê
neyełê bawkî kiz û bê des bê
neyełê biray çawî lekes bê
belûtî gasin, behêzî demar
zewî heł diřê her eweł behar
nanî xêzanî xoy bedes bênê
beqirçey hawîn areq biřjênê
hey dad, hey bê dad, ey ehlî wîjdan!
eme kam dîne û, eme kam îman?!
min kuř bexêw kem be diłêkî teng
bezor řaykêşin bo meydanî ceng!
bo sûdî merdûm, serî bibiřn
be nûkî nêze zikî hełdiřn
bîken be qurban, bo koşk û telar
bîken be fîday sinûqî dolar
ey daykî kuřan! ey cinsî letîf
ey şoxe jinan! sertapa zerîf
ẍîret û namûs ber meden ledes
kuř meden be kuşt bo qazancî kes
piř bedem xotan, hawar ken yek deng
biłên kuř xoman nanêrîn bo ceng
ême hejarîn lel kes deng nakeyn
serîşman biřn ême ceng nakeyn
îtir her bijî dewrî bê cengî
îtir her bijî řojî bê dengî
îtir her bijî asayş xwahan
bijî asayş ta jînî cîhan