pêncixiştekî qani’ leser şê’rî kurdêk

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  668 Dîtin
çun nema ’îzzu şeref, ḧeyîsyet û nawî çî?
bext eger yar nebê, mekir û fen û dawî çî?
ḧurmet emřo ke nebû, ḧurmetî fewtawî çî?
«pare emřo şerefe pyawetî û, pyawî çî?
êste bê pareyî bednawî ye, bednawî çî?»
ewî êsta le nezerdaye, befîkira nedehat
dwê be dû aney eda pêt, çi be xot û çi birat
xwa îradey ke bibê, seyrî ke em hate ke hat
ew kesey dwênê le jêr ’alemewe nałey ehat
emřo serdar û ře’îse, gezî çî cawî çî
bexwa baweřit bêt û be hemû ’îlmî kelam
şew le bo çoł ebra, řoj ekira sewqî ḧemam
serî daym le kenabû, kunî bû, weqfî ’ewam
îste ew kursî nişîne û, minî bê pare gedam
wa, be gun gwêje ekêłê, kenî řuxawî çî?
serim suřmawe ke boç ew kese ehlî hunere
serkiz û quřbeser û bê semer û derbedere
xwardinî xwênî dił û awî zûxawî cigere
’ebid û meḧkûmî kesêke be hemû cilwekere
seyrî bazařî xwa ke, diłî sûtawî çî?
ey felek řasto nebî bo ’emelî piř zererit
bo bexêw kirdinî bê sûdî hemû caşekerit
bo hezaran ’ulemay dił be xemî derbederit
seyrî em îşe ke eykey, quřî ’alem beserit!
to ke řawçî jinî ḧîzî, segî çî? řawî çî?
kilkî ker hełbiřî eybeyte ser řutbeyî şa
şa be şeq der’epeřê eyxeyte naw fewcî geda
tawê bawî çeqełe û, řojê demî dêle beba
gahê řêwî be nezanî ekeye şêrî heca?
kes beto fexrî nebê, demî çî? bawî çî?
qani’Nasnava edebîa îşî felek pûçe wekû îşî minał
herçî hat gwêy mederê, bê semere fîkir û xeyał
beyekê şerbet edat û be yekê herzenî tał
her le řojî ezela ’adetî bû îşî betał
çawî řeḧmî nîye bo kes, kesî çî cawî çî