’ezîzan min ewa řoyîm le latan

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1702 Dîtin
’ezîzan! min ewa řoyîm le latan
le mezłûman biła çoł bê wiłatan
ke êwen padşay lutif û ’edałet
be xwa ḧeyfe biřencên gedatan
egerçî xak û xołî řehguzarim
be serma xo guzer naka sipatan
were binwaře çawî piř le xwênim
be tefsîlat bibînin maceratan
ke min řoyîm cehennem piř meken lêm
le min xałî meken koşk û seratan
cefatan dam û kujtimtan be zarî
nizûlî řeḧmete cewr û cefatan
îlahî min bibim řojê dused car
be qurbanî gedawu padşatan
mełên kełkî nebû řoyî cehennem
serim qełxane bo tîrî qezatan
nesîmî koyî to xatir deka cem
be boy tuřřey peşêwî panyatan
minim ser kirdetan bo leşkirî ẍem
detirsim min biřom bişkê sipatan
eger sebir û eger dił bû, weger řoḧ
hemû řoyîn, çîye îtir tematan?
seferman çunke řêy hat û nehate
du’aman bo biken êwew xudatan
tikay kurdîNasnava edebî wehaye êwe car car
biken yadî muḧîbbî bê řyatan