2

Li pirtûka:
Xaç û Mar û Rojjmêrî Şaîrê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 24 Xulek  1392 Dîtin
beyanîyekî sipîwsoł, yekem řoj bû, bay «’ebabeylêCih»
birdîtî û wekû pepûle payîze berew mekteb xil bûytewe.
bo yekemcar yekem pît û yekem wişe û yekem jimarey
ser texte, ser û milî nenasraw û řequteqî xoyan
bo leqandî û dîmane bexêryan kirdî. lem małeda
to kerwêşkêkî ẍerîb bûy. lem heware tazeyeda
to biniçkêkî ẍerîb bûy. lem gomawe tazeyeda to
masîyekî ẍerîb bûy. ew gerayane taze bûn
ew zengyanane taze bûn, ew çiłedar û pencere û
mirawî û ’eynek û darlastîk û pird û menceł û
goçanî ḧerf û wişe û jimarane, yekem car bû byanbînî,
yekem car bû byannasî, lem jûreda etut çolekey
’asîbûy emdîw şûşey pencerekey, to çawêkit
her lay dartûy ḧewşeke bû. em jûreyan,
em małeyan sî serî tazetaşrawî gwêçke řepî
lenaw xoyda řîz kirdibû. efendîyekî dar bedest,
ḧeyzeranî birîqedar, efendîyek barîkele wek
marmasî her xerîkî hatuço bû, zerdezîřeyek
le qijî çewrî efendî ałabû, lane’eçû,
to çawêkit her le lay zerdezîřeke û mustîle gopke
zilekey pencey destî efendî bû!
le kenarî em jûrewe
le kenarî lim û çewî elfubêwe
pêt xiste naw tenkawêkî zimanewe û
îtir çûyte ew deryaçe û zeryayewe
ke ta emřoyş to ebat û xaç ebat û
mar ebat û serî ewserî dyar nîye.
hîç benderêkî dyar nîye. to lewêwe
le yekem wişey «dar»ewe, yekem zirîzey
řistewe hatî û hatî
bûy be kew û bo çyat xwênd.
bûy be çya û bo befirit xwênd.
bûy be befir û bo gułit xwênd.
bûy be guł û bo awit xwênd.
bûy be aw û bo xakit xwênd.
bûy be xak û be sinewber
şî’irit nûsî!
hełebceCih řîşî temgirtûy mewlewîKes bû.
pawaney pêy hewramanCih û pałtoy boreqney
mêjûy şarezûrCih bû.
hełebce: ziřey baznî destî kiçe cûleke bû!
kîjanî cûlekey hełebce, řengałey zimanî
şîrînî geřek bûn. řengałe wek gułî têkełî
henar û darhermê. řengałe wek hewr û baran û
hetawî gurgezê. kîjanî cûleke le sîley
’eşqida, pirsyarî cwanî bûn, pirsyarî
sersamî û pirsyarî dûdłî nîwey řê.
kîjanî cûleke lawlawî xwêngermî geřek bûn.
sewzełe: wek kepreşînkekey ber dergay
êwarey beheştê jinanî cûleke û pyawanî cûleke û
mindałî cûleke, le berdem şimşêrî melada û
le berdem cełdekey xelîfe û le berdem berdekey
ke’beda, yan pořî tirsaw bûn, yan
řîşî sûtaw bûn, yan awî lerzîw û
yan canta û defterî diřawî sereřê!
her lewê xaçî to
pelupoy birînî hawêşt û
sêberî famêkî çiřtirî bo kirdî.
her lewê xaçî to
bizmarî ser cestey sefer û koçî to
zimanî pişkût û
bû be dem, bû be gwê.
her lewê marî to
qayîmtir ałaye gerdinî gumanit û
wek pirsyar le nawta pepkey xward
bo kajî nwêtir û
gêngiłî soraxî serlenwê.
her lewê zistanê
yekem car řûbeřû
min serî qupawî birsêtîm bedîkird ew katey
be peyjey małmanda hełgeřa bo serban. min
carî yekem bû dû çawî kilorî hejarî bibînim,
be peyjey małmanda bête xwar bo ḧewşe û bo heywan.
min carî yekem bû le gunyey xet sûrda
kiłołîy bibînim be teřî û
min carî yekem bû
zîndûyek bibînim eprwê.
azarê bibînim xûsawe.
nasorê bibînim le quřda nuqim bê.
min carî yekem bû serincî şîtałî banguşê
be qayîm zilleyek le bin gwêy
hestim ba û
pêy biłê: řaçłekê!
her lewê
xaç eyut:
bawkî to her ełêy řûbarî manduwe,
ewende şepolî xinkawî hênawe û birduwe.
bawkî to her ełêy řûbarî manduwe,
ewende goranîy kujrawî hênawe û birduwe.
bawkî to her ełêy şewgarî manduwe,
ewende wagonî tarîkî hênawe û birduwe.
piştî ew her ełêy şeqamî hîlake
ewende apûre meraqî namoyî beserda řoyştuwe.
destî ew her ełêy pelkêkî şekete
ewende le hêşûy ḧesretî girtuwe.
gerdinî her ełêy gerdinî qesîdey «kurdîKes»ye
ewende em berdî kêwaney le esto bestuwe.
ew eyut:
min wişem boçîye wek mamz baz neda û
wekû aw řaneka û lenakaw xoy neka
be hobe û hewarî xełkida!
min wişem boçîye wekû dar leser xoy
dîlanê hełnexa bo semay goranî û
çawêkî her le lay dû kewe sipîyekey meman û
diłêkî her le lay koçekey yar nebê!
min wişem boçîye şû neka be gił û
şû neka be berd û
mindałî pelkegya û wenewşey lê nebê!
min wişem boçîye
girmołey nêw taqî jûrê bê û
ke qeqnes giřî girt
ke nalî giřî girt
necûłê û hełnesê û pêy nebê!
ew eyut:
min wişem boçîye be denûk aw neka
be demî diłopî tînûda û
min wişem boçîye
ke xemî qełemî şehîd û
ke xemî kaẍezî kujrawî
qet nebê!
«çend pendêkî bawkim ke xaçî bałam
leser xoy hełîkendûn»
yekem:
asman da’egirme xwarê
xiwayş bang ekem bo ser zewî
ta pêy biłêm:
dozex eweta lêreye û
beheştîş lêre dête dî!
duwem:
şî’ir berze, şax pîroze,
siruşt cwane
bełam le şî’ir beriztir
le şax û kêwîş pîroztir
le sirûştîş gelê cwantir
qurbanîyekanî însane!
sêhem:
enûsim bo ewey
şitêk le weřsî ziman
şitêk le bêzarbûnî xom kem kemewe û
bełam şitêk le xoşewîstîy ew xełke û
şî’ir zyad kem!
çwarem:
min em zimanem kirduwe
be kêłgey gułebeřoje
temaşa ke le sed lawe
xor temaşay bałay eka!
min em zimanem kirduwe
be ẍargey kuřjin û nałe
temaşa ke le sed lawe
yałî şî’ir ba eybat û
le sed lawe simkołanî berd û şaxe!
pêncem:
le asoy badeda
estêrey serxoşim
têm bige
min meraqî ałî demew xorinşîne û
çuřey sipîy kazîwekey
şeşî eylûle eynoşim!
her lewê!
her lenaw derbendî sehoł û naw girdî
kiřêwe û pêdeştî terzewe.
řojêkyan beyanîy zistanê
siruştî yaxîbû le kêwî şêtgîrî qafewe
lew dîwî wiłatî efsane û dêwewe
be swarî espêkî çemûşî qetranîy tofanê
be xoy û şimşêrî ziryan û
be xoy û mêjûyek lûrewe
be xoy û serxêłî mergewe
hate ser hełebce.
ew řoje deng eybest.
ew řoje giř eybest.
ew řoje dest û pêy pengirîş etezî.
ew řoje řûbarî se’at û
deryaçey deqîqe û
estêrkî sanye
wek xwênî řijawî gêłas û
darjałe û darhenar emeyî.
ew řoje beyanîy se’at ḧewt
dway ewey xiřoke sipîyekan, xiřoke sûrekan
le řaste şeqamî naw diłya
manyan girt le řoyştin
bawkit mird!
kiřêwe hat witî:
min hatûm
ẍerîb nîm bem pyawe
şextekey ’umrî ew le mine!
bařêze hat witî:
min hatûm
ẍerîb nîm bem pyawe
em pyawe řêjney zûxawî
le mine!
givey bayş hat witî:
min hatûm
ẍerîb nîm bem pyawe
derbendî dû lûley namoyî û birsêtîy
sîney ew le mine!
terzeyş hat pêy witîn:
min hatûm
ẍerîb nîm bem pyawe
em pyawe zor wişey
barîwî naw ser û naw şî’rî
le mine!
to xaçî mar tê’aławî
to gunahêkî pîroz û
to şefeqêkî tarîk û
to mijdeyekî řeşpoş û
to fiřînêkî gîrawî!
her legeł termî ew şaxeda.
her legeł termî ew baxeda
her le tek tabûtî ew tîşke û
her le tek tabûtî ew mange û
her le pał laşey ew hewreda
wekû çwar firmêskî bê henye û wekû çwar
dûkełî pertipertî xêzanî agirêkî kujawe.
weku çwar qutîlkey bê mał û çwar şewî
aware. be asoy bûłêłda tem bûyn û
çûynewe binarî ezmiřCih û çûynewe ew şare:
ke her zû, yekem sat, wek êstam,
ew xaçî be bałay bêşkem û be bejnî
dwařojma dakutî. wek êstam
ew řimłî koçêkî dirêjî naw quřgî
neheng û seferî wiłatî xełûzî bo lêdam.
min êstake
bawkim nîye? we
şaxî goyjeCih le cêy bawkime!
bem řojgare goyje çawim bang ekat û
wek pûleke yeke yeke serincekanim be xoyda da’edûrê.
şaxî goyje bergidrûy werzekanî pêkenîn û giryanîşe.
goyje meraqî řengawřeng eçnêt û eyanka be: kołwaney tem.
eyanka be: kirasî gułgułî hewr û be milpêçî
řîşałdirêjî sêber û eyanka be kilêtey sipî
ser qutke û be desesřî awrîşmî xorhełat û
xor’awabûn.
bem řojgare goyje çawim bang ekat û
minîş çawim, dû gułdanî qijî ewe.
goyje řojnamey giłînî beyanyan û êwaranme.
- řojî pişûdanî nîye- her beyanîyek heł’esim,
be gewreyî, be manşêtî befir bê yan quř û lîte,
be manşêtî sêław yaxud gêjełûke, be manşêtî
dûkeł yaxud pişko yaxud xwên û yaxud
gerdaw û bapûske, ew tazetrîn hewał û
dengubasî le tewêłî dirêjkoley xoy nûsîwe
bo nimûne:
*em mêjuwe zuqmeşextey zistanêke hergîz germî nabêtewe.
*emřo payîze û keçî min binarekem piře le çawî gułałe.
*lem şareda hendê qełem defterekanî xoyan etik eken.
*lem deşteda swar eglê û naşbê be swar.
*lem şareda mirdin çend pirs be nêçîrekey xoy ekat
lêreyş her ewende be jin.
*lem deşteda coge dujminî cogeye û bełam jehrîş
le serçawey hawbeşewe eyankujê
*ewa nalî serheł’egrê û eřwa
çunke ne nîştiman nasî û ne minare û
ne xełk û xwa!
bem řojgare goyje çawim bang ekat û
minîş çawim çawî kołan û geřek û çawî
derga û pencereye. goyje dîwanî pelkegyaw,
quřesûr û simił û şanoy kost û
demamk û semay giryan û besteye.
şaxî goyje řomanêkî bê kotayî em binar û
pêdeşteye. goyje çapxaney jan û swêy
řengawřenge. goyje yekemîn nûserî yaddaşî em mełbendeye.
min xaçî martê’aławim
min řêy wêł û
geşanewey hełwerîn û
awabûnî hełhatin û
şewqanewey kujanewe û
nîweşewî nîweřwan û
şewezengî beyanyanim,
leser ḧewşeyekî gewre, gewre ewendey samnakîy
hejarîy xoy. leser ḧewşeyekî gewre, gewre hêndey
sikî xałîy hejarîy xoy. leser ḧewşeyekî gewre, ke
birsyetî le çaweřwanî hatin û geyştinî
«mang»y nanda, kirdibûy be
cêgepyasey şewaney xoy.
le jûrêkî çawxêlî leş xwaruxêçda
le jûrêkî biçkoleda..
biçkole û teng her be wêney diłî daykit.
le jûrêkî pişt le hetawî pałkewtûy naw nisêda
nisê wekû demuçawî pişt le xorî xuşkekanit,
legeł çwar pênc
małe meraqî řûtełe û
małe xemî şew be koł û
małe pyaz û
małe tûr û
małe kewer û
małe zuxawî dîkeda.. bûne hawsê!
her lewê bû..
pîrêjnêkî ser ḧewşe.. xeyał çiřu qise fênk
wek sêberî keprî ḧewşe.
pîrêjnêk çaw lêł û pêł, wekû çawî ziney şilwê.
pîrêjnêk ke deryayek mêjûy deng û
mêjûy řeng û mêjûy bonî
guşîbuwe naw derûnyewe û
hemû şewê
karêzken bû şoř ebowe benaw xoyda û eçuwe xwarê.
hemû şewê miştêkî lê heł’ehêncaw diłop diłop
eykirde naw naxmanewe hemû şewê.
hemû şewê le kewêłî ew dengewe
le eşkewtî ew dengewe
sedan çiray em zimane
sedan çiray em şaxane
be řîz ehatne derewe û ebûn be řêçke
goranîy û kełepşiko. ebûn be řêçkey birînî
dagîrsawî naw ḧîkayet. ebûn be beytî
espeřeş, be girdî řeş, ebûn
be yałî dastan û be şetawî kawanî deng.
be polexozgey xewman û le naw jûrda
bałyan egird. le naw řoḧda etwanewe
heta ebûn be şewnimî ser serîn û
dîsanewe bo sibey şew şîn ebûn û
le naw jûrî pîrêjin û
le kenarî agirdanda eřwanewe.
min yekemcar le hewrî ew řuxsarewe
birûskey «bazyan» lêy dam.
min yekemcar lew çawewe
azadîy barî beserma û teřî kirdim û
wek mehabadCih sûrhełgeřam.
min yekemcar le perjînî ew dengewe
řîşî şêx se’îdKes ałaye xaçî leşim û
min yekemcar le bay tîjî ew dengewe
nawî dersîm gwêy simîm û
dyarbekir le qijewe hełîgirtim û
le gomî wanî hełkêşam.
min yekemcar lew zarewe
ḧîley espeřeşim bîst û
min yekemcar lew dengewe
çwarřyanî xaçî nîştimanim nasî û
lew demewe, le şewanî ew jûrewe
bûm be gerdelûlî pirsyar.
min xaçim û bizmar pirsyar.
min liq û pop, jan binc û bêx.
min sefer û wişe řêga
min haław û min buxar û
mirdin zireya!
-le keyewe mergit nasî û bûy be nîşaney
sersamîy berdemî ew?! le keyewe mirdin
hate xewnî xemit û le keyewe to soraxî
memleketî tem û miju şewî ekey?! le keyewe
ew şepolî nehênyane wek pûşkeyek
lûlyan dayt û dayanîte dest gêjenî nêrîney ew?!
- lew řojewe ke le nakaw be bê ewey le derga bat,
mirdin xoy kird be małmanda û bawkimî bird. lew řojewe
bejnî daykimî, wekû řoḧî le awî řeş,
le xumî řeş le meraqî řeş hełkêşaw
îtir ewîş bû be perîy memleketê. lew
katewe, ew şewaney ke eçûme jêr lêfewe û
le jêrewe herdû çawim enûqan û seyrî kwêrbûnî
xom ekird. seyrî naw gořî xom ekird.
lew katewe min empirsî û her empirsî û heta îste:
řenge merg lenaw givey bahozda bê!
řenge lenaw kilûy befir û
řenge lenaw řûbarda bê.
řenge mirdin be bê jyan nejî.
řenge mirdin her xoy řeg bê û
jyanîş liq û popekey!
her empirsî û her empirsî û heta îste û heta heta
řenge mirov xoy serab bê û ewîş řastîy!
to marî gîngiłit, pirsyarî gîngiłî xaçit bû
-ey to key estêret becêhêşt,
hatîte ser zewî?!
ey to key bûy be gyay naw serî
wiłat û ey to key le qulley qafewe
hatîte berdemî soraxî em xake û le berdem
cellad û sêdare û mergêkî tazeda dabezît?!
mindał bûm wek gułî darçiwaley yekem ber,
biçûk bûm wek beçke mirawîy.
řojêkyan kitêbê le cantay bawkimewe serî xoy
derhêna û pêkenî. pêy witim: ḧez ekem bimbînî.
seyrim keyt. way wit û destî xoy dame dest.
hełmigrit. bonim kird. maçim kird. kirdimewe:
wêneyek, çawanî řeşî xoy têbřîm. wêneyek:
xaçekey xistime naw kelepoy xoyewe. marekey
tirsandim. wêneyek wek pirje wekû tîşk
wek hewa hate naw çawmewe
seyrim kird seyrim kird seyrim kird ta jakam
min pêştir gułbaxî małê bûm!
seyrim kird seyrim kird seyrim kird ta lêł bûm
min pêştir befrawî şaxê bûm.
seyrim kird seyrim kird seyrim kird ta perit bûm
min pêştir şemałî aramî darê bûm.
seyrim kird seyrim kird seyrim kird ta sûtam
hetaku řîşim hat
ta tûkî ser singim dirêj bû.
min pêştir mindał bûm.. mindał bûm. mindał bûm
le kwêwe wam lêhat? le kwêwe gewre bûm?!
le kwêwe?! le kwêwe?!
wêneyek awa bû
bem core:
sêdare û pyawêkî xinkaw û dû qaçî naw asman!
wêneyek: petêk û milêkî şikawe û
dû destî berew xwar řakşaw.
wêneyek: kewayek hetakû xwar ejno
le dûrîş sêber û tarmayî çend koşk û xanûyek
min ḧuncey pyaweke û nawim kird
bem core
q a z y m ḧ m di.
ew jakane bo hewênî gewrebûnî
janekanî dewenim bû.
ew lêł bûne bo hewênî qûłbûnewey
nîgakanî gêjenim bû.
ew perit bûne bo hewênî çiřkirdinewey
axekanî bendenim bû.
ew sûtane bo hewênî şînbûnewey
be pîttirî deẍłî wişe û
deẍłî hizir û
deẍłî sûrî temenim bû.
ew řîşe řîşî şî’ir bû.
ew tûke, tûkî azar bû.
ew mile milî şaxêkim û
ew pete petî tarîkî û
ew kewaye keway berî mêjûyekim û
ew destane destî şeqam û řûbarim û
ew mirdine mirdinê bû
bîrneçûnewey jyan û
le dayk bûnewey tazey
pê nîşan dam
ewe xaçe be kołtewe? yan çinarêkî kujrawe?!
ewe mare têy aławe?! yaxud petî sêdareye?!
yan parçekanî cestey xot?!
ewe bizmare yan pencey mergeweře?!
yan sê nefretî dozexe?!
çeqîwnete berî dest û piştî qaçî,
ew hawarî pêẍembere?!
ewe pirçî firîşteye beser hewra şořbotewe?
kizeba eyhonêtewe û firmêskî xwa teřî eka?
yaxud ewe pirçî daykite û beser şanta şořbotewe û
tenyayî eyhonêtewe û giryanî jûr û çawî to
teřî eka?
ax bo daykim!
ax bo mangê le seretay hełhatnida kewte xwarê!
ax bo xewnê le seretay hełfiřînda kewte xwarê!
ax bo dengê le berzayî çirîkeda kewte xwarê.
ax bo daykim!
ax bo şî’rê le seretay tirîqeda
wişekanî hełwerîn û bûn be limî gwê řûbarê!
ax bo daykim!
ax bo çawê bo gerdinê bo kakołê
hêşta bonî yekem řêḧaney ewîn û
bonî yekem maçî nime û
hêşta bonî yekem cêjwan û bonî geřekî sergol û
bonî giłekey mełkendî û bonî «weys» yan
lêwe ehat. ke temtumanê daypoşîn.
ax bo daykim!
ax bo bejnê, bo sîmayek, bo ziřey řistebaznê
ke hêşta her zengyanekanî baran û
hêşta peřî kotrekanî naw hełebceCih û
hêşta zerdey gułe zerdî qeredaẍCih û
hêşta cê pencey wenewşey
ser çermawendyan pêwe bû
ke bûn be toz û ẍubarê.
ax bo daykim!
bo ew tawse bedbexte
bo ew darhermê ẍemgîne û
bo ew çil çiray giryane û
bo ew befre kiras řeşe.
ax bo daykim!
daykit û tewarî xembar wekû yek bûn.
ew hemîşe hełnîştûy naw kawlaşekey
bextî xoy bû. řengî daykit û gułe lîmo û
şaxeşînekey dway řehêłe wekû yek bûn.
ew: pencere temawîyekey zistananî ser ḧewşe
bû. wek bilûrî dûkeławîy çiray dîwar
koy jûreke řeş û zerdibawî têkeł bû.
le dar qezwanêkî tenyay ser girdêkî terîk
eçû. le mirîşkeřeşey kiz westawî
naw befrî ḧewşeke eçû. le seretay
tarîkbûnî dway êware û le meqamî ełławeysî û
her kut û mit le xem xoy û le şew eçû.
to gelê şew dway nûstinî çirakan û
xuşkekanit û dway nûstinî daruberd û
dway nûstinî ḧewşî gewre. le jêr lêfey
herzałewe, gwêt le zayełey xwênawîy
řoḧî ebû. gwêt le wird û xaş bûn û
şikanî şûşebendî sê deryekey singî ebû.
le jêrewe, le pencerey naw lokewe, seyrî
hełmî lawandinewe û seyrî şořebî giryanî û
seyrî sûtanî hêwaşî yadgarî û seyrî
zerdîy tirawîlkey dengît ekird:
etbînî çon dû awnî bêwejnî û
na’umêdîy têkeł be yektirî ebin.
etbînî çon herdû serî, şewî dirêjî
hejarîy û çawî zistan le xałêkî sard û siřda
be yek egen. etbînî çon bîrewerî û
lawandinewe, wekû qewze û şepolekan
le pał kenarêkî lînicda be yek egen.
etbînî çon řeng eřjête dengewe.
etbînî çon kiłoy xeyał le zuxawda etwêtewe.
etbînî çon tenyayî bêwejnêk û tenyayî xwa û
tenyayî merg û kurdistan.. le yek egen!
etbînî çon ke namoyî ebê be bêwepyawêkî
ser řûtawe û bêwejnêkî payze mare ekat.
etbînî çon xołemêşîş ebêtewe be pengir û
etbînî çon ke pengirîş ebê be parçeyek şexte û
şexteyş ebê be agirdan.
to ew gerdûnet ebînî.
ew hemû kispe û sûtan û xeme tazanet ebînî û
îtir ewsa le jêrewe le jêr lêfey herzałewe
wek gewałe hewrê biçûk serit pengî exwardewe û
qułpit eda û le piřêkda be herdû dest tund tund
demî xot egirt û îtir dat ekirde baran,
serîn ebû be gyay teř û, pencerey loke
da’exraw, eçûyte naw xewnêkewe:
«asmanekey wekû kirasekey daykit řeş hełgeřaw,
mirovekan seryan bûbû be serî wirç, řayan ekird,
qepałyan egirt le yek û eyanbořan. kołan ebû
be tabûtêkî dirêjî serdaxraw, pîremêrdî xawen
ḧewşeyş leser textey tabûtewe heřeşey ekird
le daykit û daway kirêy lê’ekird û selkî biřawî
çolekey tê’egirt û piř be geřek eyzirîkan»
eçûyte naw xewnêkewe: «darekey destî mamostay
waney «ḧisab» ebû be mar. jimarekan ebûn be
dûpşikî bałdar. keprî ḧewşe şewgerdî pya şoř’ebowe û
jûreketan aw eybird û, cantakey bawkit ebînî
lenaw quřêkda çeqîwe û şî’rekan kewtûne hawar».
eçûyte naw xewnêkewe: «lew xewneda her xoyşit bûy,
ebûy be dwan yekêkit epûkayewe û pêstî konî
fiřê eda û ewî tirit ebû be espêkî bałdar, daykit
exsite paşkowe û hewr ebû be awzengî û her
efřît û her efřît û le dwayîda egeyştîte estêrey
xwaw ebûy be mîwanî kiçe ḧorîyekî nazdar» eçûyte
naw xewnêkewe: «wa gewre bûy simêł řeş û
řank û çoẍey şînkî tazet leberdaye, xencerêkit
be qedewe, be şaxêkda ser’ekewî û le piřêkda
le nêwanî dû berdewe, wek hełqułê, pyawêk
ehate derewe. çwarşane û berz, le fîşekda
zerd eçowe. pê’ekenî û pêy ewtî: ewe minim,
xulepîze, toyş pêt ewt: xoşim ewêy,
minîş hatûm legeł toda bibme çete. pê’ekenî û
destî ehêna be serta û le dwayîda fîşekêkî le
fîşekilẍ der’ehêna û eyxiste naw gîrfantewe û
pêy ewtî: qet netirsî! way ewt û le piřêkda
eçowe nêwan dû berd û, wekû ’erdeke qûtî bat,
îtir le çawan win ebû. dîsanewe ebûytewe
be mindał û her le xewekeda etut: min beyanî
be daykim û be xełk ełêm: lew kêwane, le sûrkêw û
leser «ketû» çûmete lay xulepîze» eçûyte
naw xewnêkewe: «lew xewneda bawkit edî,
qij’ałozka û cûtê kotrî sipî sipîş lenaw destya,
pêy ewtî: em cûte kotrem kiřyewe le pyawêkî
gwaye şêx û gwaye mela ke xerîk bû seryan bibřê.
pêy ewtî: ha byanbe bo ser serban,
berełayan kew ba bifiřn berew azadîy nêw asman»
eçûyte naw xewnêkewe: «lew xeweda leser
girdî mameyare, le naw apûrey jinanda, leser dayk
to em şî’ret exwêndewe:
min kêłgey genim û coy şî’ir bûm
daykîşim baranî pełedan.
min berdî naw lankey şaxê bûm
daykîşim nîştiman.
min kirmî awrîşmî qozaxey behre bûm
daykîşim dirextî birk û jan.
min cestey melêkî sipî bûm
daykîşim asmanî wek qetran.
min xew bûm û daykim serim.
min kerwêşk û ew nizar bû.
min colane û ew liqî dar.
min henase û daykim sing bû.
ew qefezu min kewekey
min çîrok û ew şewekey.
«sê horey xoşewîstîy bo daykim,
ew horaney leser xaçî leşim hełkendirawin»
yekem:
aw nûsîbûy:
kuřêk hebû le daykî dûr.
hemû carê ehate ser řûbarekem.
wird ebowe wird ebowe le dwayîda têy eçrîkan:
ho daye gyan to dûr nît û to le lamî
min êstake to ebînim
bûyte şepolêkî kenar.
min êstake gwêm le toye
ke hajet dê û
eřjêyte naw řoḧmewe û
bûy be řûbar!.
duwem:
dway sûtanî baxî sêwê.
lenaw hemû cogekanda
tenha yekêkyan swêy bowe û le daxa mird
leber giřda bû be haław.
wityan: ew cogeye daykî
baxî sêwî cwanemerge!
sêhem:
le yaddaştekanî xoyda
qulapî qełayek ełê:
kesim nedî.. tenha dayk bû amade bê
gerûy bidate des çingim û
jyan bidat be mirdin û
her bew mercey
ke řołekey řizgarî bê!
to xewn bûy le naw xewna.
eçûyte naw dwa xewnêkî befrînewe: «hełoyek
hełî’egirtî û çingekanî le kemerit gîr ekird û
berz ebowe, berz ebowe, hetakû ser pîremegrûn,
le piřêkda berî edaytewe xwarê û gwêt lê ebû,
heło qaqa pê’ekenî. toş wek gełayekî tezîw,
ekewtîte naw gêjełûkey ziryanî dołêkî qûł,
xulit exward, heł’elerzît, heł’elerzît,
lepiř etut eme xewe û řa’epeřît, wextê çawit
ekirdewe, xuşkekanit lêfekeyan řakêşawe û toyş
le sermada elerzît. wextê xeberit ebowe:
şewqî narincîy agirêk eyda le kirasî řeşî
daykit û ke serêkîşt heł’ebřî bo take çawî
pencere. seyrit ekird ḧewşeketan piř le befre»
min xaçî mar tê’aławim.
min şewêkî derbederî em mêjuwem.
min nefretêkî beheştîy û
min zerdeştêkî dozexî û
min tarîkayî hetawim.
min xaçî mar tê’aławim.
min koçêkî bê kotayî eşkencem û
min ’eşqî le dar dirawim!.
to îste her xot û xaçekey tewêłit pêkewen
çun şax û diřey xoy. çun çem û hajey xoy,
çun çimkî merg û jîn. to îste her xot û
bizmarî dakutraw be cumgey mêjûta beramber yektirî
danîştûn. wek mang û qurbanî, wek
şî’ir û xwênekey, wek melî kujraw û goranî.
to îste her xotî, to îste sêberî tirsawî
beyanî û giryanî tarmayît. xot û xot.
to daykit şwên bext û řûbarî tazey kewt.
ew bextey be bałî newřesî dîcleda hełwasîy.
ew nanî giryawî jûrêkî birsî bû, gułdanî
xołemîş, buxçey tem, qułîney firmêsk û
ew gozey zamdarî awêkî řeş řeş bû.
bextî yar bazêkî xwên germî bał tîj bû,
peyda bû le řoxî dîclewe hat birdî – mexabin
ew bexteyş dway çend sał, wekû bextî baxî mîr
mêrûle û gijeba û xoł xwardî – to îste her xot û
xaçekey tewêłit pêkewen. her xot û cantayek
ew toye û toyş ewî. jûrekeyş wek befrî
naw ḧewşe twayewe. ew jûreyş bû be xew,
ḧîkayet sardibowe û agirdan serî xoy dapoşîy.
her xot û cantayek, to xaç bûyt řêget da
be şanta û girdołkey meraqit hełgirt û to
îste xaçêkî ẍerîbî naw xotî û le şarî bawkita řewendî.
řojêkyan beyanî, gerdûguł, sê serî giryanî
pirç dirêj dewryan day. řûmetit û lamlityan
wek sewzeherêzî kazîwe teř kirdî. sefer bû.
seferî daykî xaç. seferî xuşkî xaç, seferî
çîrok û seferî «serkarêz», seferî «kanî baw»
seferî geřekî mełkendî.