1

Li pirtûka:
Xaç û Mar û Rojjmêrî Şaîrê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 17 Xulek  1789 Dîtin
be řêberêtî meraqî şoxuşeng bû.
be řêberêtî meraqî kełegettir le ziryanî çyakan û
çaw gewretir le dozex û serinc tîjtir le tenyayî
geyştîte ser tiropkî em «ziman»e û
řeşebat kird be colane û
zayełet kird be birûske û
baran be pirçî goranî.
to ewînî naw agir bûy, ta nesûtay bałit negirt.
to ewînî naw befir bûy, heta netbest hajet nekird.
to ewînî naw birîn bûy, ta newerît řengit negirt.
to dirextî ber bahozî karesat û mergesat û
řêy nehat û
ser kenarî awî řeş bûy
heta azar řaynejenît
heta bałindey guman û teyrî tirs û
ta kost le serî nexwêndît
çirot nekird
dengit negirt
bałat nekird.
to hodeyekî bêwejin, nîştimanî yekem ax û
mêrgî yekem giryanit bû.
to kirase qetranîyekey berî daykit
yekem şewî geşanewey xemanit bû.
min nawim xewne.
xełkî wiłatî efsûnim.
bawkim şaxe û
daykim teme.
min le sałêkî mang kujraw û le mangêkî hefte kujraw û
le řojêkî se’at kujrawda
dway şewêkî awis be «ba»
dway şewêkî pişt komawey hewraz be koł
berebeyanêkî zamdar
le şefeqêkî keskewe
wek giznigêkî xwênawî kewtime xwarê û
dagîrsam û bûm be momêk
giř be mil û
bûm be pirsêk
dem be hawar.
to le geřekî gawranda bûy be tow û le dayk bûy.
jine dyanêkî hawsê, miryemêkî gułehêroy
řwaw lenaw tarîkîda, genmiřengê wekû goyje
nawkî biřît. hêşta lenaw kaseda bûy,
miryem be kiło xełûzê, leser textî nêwçewanit
wêney selîbêkî kêşa û tacedřikî kirde serit û
le baweşî namoyîy xoy û ’îsaKesda, wek karjoleyekî tazezaw,
maçî kirdî û hełîgirtît. jine dyanêkî hawsê
nefretêkî nêw şareket, çarogey yekem qumatey
em sefere û yekem xaçî em jyaney be to bexşî.
lew satewe min gunahî řûtuqûtî derkirawî
ew beheştem ke ne’letî kird le bûnim.
ke nefretî kird le bêşkem.
lew satewe min ew «pirs»e awareyem
ew soraxe şêtuwêtem egeřêm û
nageme xwa û nageme to û nageme xom.
lew řojewe min tewêłim çwarřîyanî
xewnî çwar parçe kirawme û
lew satewe serim paşay
memleketî şipirzeyî û qełbezey diłeřawkêye û
giłołey ser espî ecel.
lew satewe nawçewanim çarenûsim esûtênê û
legeł merga bûm be hawdem.
bawkit dewenî şaxêkî ber bařêze û řehêłe bû
le engorey zistanêkda, ke efsaney pîremegrûnCih.
zawwizêy kird be řewe cwanûy azadî û be kewêł û
be eşkewtî hawarewe, her ew kateyş çexmaxe
ewî nûsîyewe û řeşeba kirdî be esp û birsêtîy
kirdî be deẍił û şew be çira. bawkit bestey
na’umêdî û pêkenînî eşkence bû. dengî bawkit
dengî befir û dengî gił û dengî guł bû
serzeniştî kilîlêkî derbeder bû. bawkit gerûy
birîndarî serbestî bû. lew quřgewe honhon
wişey yał xwênawî û tinok tinok meraqî kakoł
zêřîn û, nimenmeyş serguzşitey mêjûyekî mest û
serxoş, da’ebarî û da’eçořa. bawkit zîndan kirdî
be mang, awareyî be nîştiman, bûmelerze be
sirûd û, kot û zincîr be mamosta. bawkit zengêkî
bêkesî jêr çuxmekanî bêhoşî û keřewałey em
şare bû, hawarêkî gilaraw û qîjeyekî serbiřawî
ew xełke bû, her lêy edaw, her lêy edaw,
ne ebîstira. ew daxê bû be daxî xoyda eçza.
ew le perdaxî badeda dîrokêkî sermawsołî
befranbar bû, kilû kilû etwayewe. ew le perdaxî
badeda, serî xoy û serî mêjûy kasûřî
em ẍurbetey nuqim ekird. ew lewêda cêy bo birînî
bêdałdey xoy da’exist. ew lewêda em cîhanî
bêhûdeyî û ew dûkełî pirsyaraney be «ba» eda û
tyayda enûst. ew qełemekey bewrêkî ferengî bû.
çingî eda le şûrekanî tarîkî û çiřnûkî egirt le pêstî
xurafat û eçowe be gij şimşêrî naw mergida.
ew satey to kewtîte naw kasekewe û xaç bû
be yekem lanket û be sê bizmarî dest û pa,
her ew sateyş ew lenaw kasey badeda, meraqêkî
sipîy tazey exwardewe û cinêwîşî be sułtan û
be ḧacîy tûtnifiroş û be wefdî mîlletfiroş û
be dinyayekî pîs eda!
gewre bûm û xaçîş legełma gewre bû.
bałam kird û diřkîş kewte bejin û bała.
eme koçî ezelîy na’aramîye û, koçî çawe û
řewî hestim.
eme geştî cesteyekî perşe û
hełweday řoḧêkî bend û
hełfiřînî pencekanî herdû destim.
eme çîrokî kanîye le seretay şilwêbûnda
«řêbware ba, bo êwey egêřêtewe»
eme çîrokî masîye, le seretay ber qulap û pêwebûnda
«wirdeşepol, bo êwey egêřêtewe».
eme famî gułałeye, le seretay têkełbûnî
geşanewe û hełwerînda
«temumjê, bo êwey egêřêtewe»
eme yaddaştî berdêke, le seretay xilbûnewey
xewnekanya
«mangeşewê, bo êwey egêřêtewe».
eme çîrokî winbûnî pelkegyayekî wişeye
lenaw bêşełanî pirsa
eme çîrokî winbûnî kiçe şî’rêkî azaye
le kîşwerî pyaw û tirsa
eme dûkełe ew wextey
ebê be cogeley asman.
eme zûxawe ew wextey
ebê be řêjney baran.
eme zîndane ew wextey
ebê be hemû nîştiman.
eme jane wextê ebê be gizing û
eme merge wextê ebê be jyan û
eme pengxiwardnewey gumanî naw serî hewr û
serî mine
wextê eyka be bawboran!
to ne xewn û ne sêberî xewnî binarî «zerdyawa» û
ne pencerekanî hetawî teřî «qopî» û ne małanî
baweş piř le gułezerdî «qeredaẍCih»t le bîr nîye.
to kontirîn agirdanî em «ziman»e û berdenwêjî
řû le xorî em mêjuwet le bîr nîye. to cê qurbanîy
kîjanî ahuramizdat le ateşgey berpêyekanî
zerdeşta, bo xwawendî řûnakî û řez û gułegenim
le bîr nîye. to ew deme beçke şî’rêkî sê sał bûy
zeřneqûtey kuneşax û wîzewîzî hengêkî taze
bałgirtûy, şanekanî naw kilorî pîredar bûy.
to xewn bûy lenaw xewna.
to ew deme le tay xurcêkî parsengî hendê
kitêbî bawkita, swar ekirayt û da’ebestiray.
qołî çeptyan be sirkeyî û serbestêkî morî
daykit eceřan û girê eda. îtir em şax
eydayte destî ew şax û cogeyş piř be
gupekanî, zîwî awî pirje sardî pya ekirdî.
pencey deste şořekanî dirext, le pêçî lařê û
pileda, le dwawe qijyan egirtî.
to ew kate cantayekî biçkolaney seferî
nêwan bêdarî û bê’agayî wêstigekanî naw siruşt bûy.
to topełê quřesûrey leşî goyjeCih û pîrmesûr bûy:
giłezerde lenaw destya be hêwaşî
eyşêlayt û eykirdî be gułî sipîy darhermêyek.
yan eykirdî be gułunkey ber gerdinî estêreyek.
yan be gwarey gwêy çirpeyek.
ezmiřCih lenaw destekanya be hêwaşî eyşêlayt û
eykirdî be gozełekey, fênke’awî
naw çîẍekey hawîne şewî «pîremêrdKes»
yan eykirdî be pepûley
ała û le řîş û le qijî «meḧmûd cewdetKes»,
yan eykirdî be mirwarîy zîx û çewî bin kanîyekey
gyanî «goranKes»
mameyare lenaw destya be hêwrî eyşêlayt û
eykirdî be gełayekî darmêwekey małî qudsî.
yan eykirdî be kiłoyek le sehołî
naw badekey řefîq ḧîlmîKes.
bazyanîş lenaw desya eyşêlayt û
le dwayîda eykirdî be:
miştûy xencerî ber qedî darîkelî.
to xewn bûy lenaw xewna.
to pyawanî «qeredaẍ»y wek «naramsîn» kellekeł û
wekû herêz sing tûkin û wekû derbendî baseře
çawqaymit lebîr nîye. to xewn bûy lenaw xewna.
to jinanî «qeredaẍ»y pelkeřengîne le dest û
gewałe hewr be ser û
çemî dêwane le diłit le bîr nîye.
to xaçêkî sê sałan bûy
her lewê bû, beyanîyek, le piřêkda temê ber małanî dagirt
le temewe şaxexaçêkî sûrbawî birîqedar, le asowe
hestaye pêyan. le xaç zyatir, çawê nebû çaw bibînê,
çwarpelî xaç çepokanî ehawîşt û eykird be nałe û birûske.
le piřêkda tem řewîyewe û leber dergay ḧewşetanda
cadûgerê, jine qerecêkî řeşî ẍezêm le lût,
wek sêberî efsaneyekî «lolo»kan bederkewt û
daykit bangî kirde jûrê. daykit pêy wit:
- to bextî xom bere dest «ba».
min xewt bo nagêřmewe.
dwênê her lem jûreda bû
zerdepeřê çûm bo kanî
leser kewłî em gamêşe
em kuřem becêhêştibû, her xoy tenya
ke hatmewe bînîm marê
le to řeştir, le zûxawî bawkî řeştir
dirêj wekû baskî şeytan
dirêj wekû dareřayek
aławete kuřekem û serî xistote serşanî
serî xistote serşanî û maçî ekat!
be yekewe geme eken.
be yekewe pê’ekenin.
wek be çirpeyş nehênîyekî pê biłê
her ewende û berbûmewe û bûramewe
ke wextê çawim kirdewe
mar dyar nebû
mar řoyştibû!
jine qerecî cadûger berdemorî hełdaye ser
kewłî gamêş, berdekan bûn be xaçêk û dwayî witî:
- azar be dway kispey xoyda
em temene wek řêçkexwên řa’ekêşê.
mar jehrî xoy be ’aşiqî xoy bexşîwe.
mar aławete ewînî hełbijardey.
mar nehênîy zimanêkî pê bexşîwe
ke gewre bû
wişe ekat be efsûnê
xewn xoy dê û leser řanî
nehênîy diłî yezdan û pêẍemberanî yezdan û
em gerdûney bo enûsê.
min xaçî mar tê’aławim.
min nefretêkî yezdanîm.
min sê bizmarî řwawim!
min le elfubêy berdewe.
le elfubêy kilûy befir û, le elfubêy awingewe,
le elfubêy agirewe, min le hêlkey efsanewe
serim cûqa... min sereta le kêwî çermawendewe
kewtime ser pê. le řistey qijbijî dar û
le pîtî giłimtik û ḧerfî give û lûrey eşkewtewe,
hatme derê û bûm be gerdelûlî sema.
min sereta çawim bexşî be gewey şax
şaxîş kirdî be ziney xoy.
min sereta çawim bexşî be daristan
ewîş kirdî be xewnî xoy.
min řwanînim leser mahî û le qiłêşe berdida çand û
le dwayîda bûm be řêgey telîsmawî û dastanî «ba».
min ’eşqî xom kird be temumjî guman.
le dwayîda bûm be pirsyar, bûm be xulyay
darkunkerey gerdûn û xwa.
min sereta em seferî naw guman û řařayîyem
le kewêłî ber eşkewtî homerqewm û casenewe
kird be tewnî soraxêkî bêkotayî
û be hawdemî meraqêkî taq û tenya.
mindałêk bûm řamaw le qudretî şaxî tirs û sersuřman û
řamaw le masûlke řeqekanî merg û le biłêsey dem xorawa.
řamaw le cadûy bałgirtûy nêw derbend û
le pole qîjey ser lûtke û
řamaw, řamaw
le dengidanewey bêdengî û
le řengidanewey bêřengî û
le ḧîley aw.
mindałêk bûm xewnekanî daristanim exwêndewe
be çaw bonî tîşkî ałozkawim ekird.
gwêm le ziringey karwanî řengekanî siruşt egirt.
min řoyştinî gird û şax û darbeřuwekanim ebînî.
zirîkey gom û estêrk û xołim ebîst
henawî estêrem edî
min be řûtî, řûtuqûtî, perîyekanî xwam ebînî.
min be řûtî, řûtuqûtî, nehênîyekanim ebînî.
yarîm legeł mangida ekird.
yarîm legeł pencekanî şewda ekird.
min hemû car leser řanî gaşeberdêk enûstim û
le dwayîda le dengî estêreşwanê da’eçłekîm.
min hezaran pirşingî zamdarim bînî,
ke çon serî xoyan ekird be naw koşî pełehewra.
wek xeyałim min qełbezem girte baweş.
swarî colaney kazîwe û kołî tem bûm.
min zimanî biniçk û berd û xołemêş û baxan fêr bûm.
min le defterî befirda yekem hełbestî xom nûsî.
min xaçî mar tê’aławim.
min nefretêkî yezdanîm.
min sê bizmarî řwawim.
le binbałî çermawenda, «surdaşCih» etut kerwêşkêkî
quřawîye. ehatîtewe małewe, wekû cwanûyekî yał teř
legeł xotda, legeł kołe gijugya û řêḧane û gułeḧacîle û
mêxekda, kołêkîş pirsyarit pê bû, em kołeyan quristir bû,
řot ekirdine berdem bawkit. jûr piř ebû le bonî
gya û le bonî tirs û pirsyar û le bonî qewzey guman û
le bonî qijî sorax û le bonî merg, jûrêk her cêy
dû sê çwar xiştekî şî’ir û ẍezelêkî tya ebowe,
bawkit şanî da’edaye ser balîfê û temaşay řêçkey
mêrûley wişey ekird, toyş lêy eçûyte pêşewe,
to etpirsî:
xwa gewretre yaxud to?!
xwa gewretre yaxud şax?!
to etwanî bimbeyte lay?!
dergay asman le kwêweye?!
key etwanîn be yekewe xwa bibînîn?!
weramekan pirsyarekanyan der’ekird.
weramekan sîsełe bûn.
weramekan hîçyan kilîlyan pê nebû.
wekû xite le pişîle û wekû kişe
le mirîşkî bejûrkewtû
awayş pirsyarekanyan der’ekird!
îtir ewsa xot girmołey naw xot ekird!
to sîḧir bûy lenaw sîḧra. to matbûnit
le temenit gewretir bû. to le hewr
kulle û perde û kejawet bo xeyałî xot exsite řê.
eçûyte naw estêrewe û yarît legeł tîşka ekird.
swarî şanî mang ebûyt û swałey xermanit
da’egirt. leser beriztirîn lûtke, kursîy befir û
pałtoy befir û şîrî befirit bo xwakey xot dirust
ekird. xot girmołey naw xot ekird. ebûy
be jîşkî pirsyar. to pirsyar bûy le pirsyarda,
ta ew kate to dołpay tirist nedîbû, ta ew kate
net’ezanî tirs le kwêye. to demuçawît nedîbû,
ta ew kate agirekanît ne’enasî. cehennimît
ne’enasî. ta ew řojey nenkit hat û daykit
hat û beramberit:
şimşêrî sûretî giř û mencenîqyan bo řagirtî.
nêłenêłî biłêsekey cehninmyan pê nîşan day.
ejdîha û ’ezya û dirnicyan hênaye jêr lêfetewe û,
le sed lawe qifłyan lê day!
lew řojewe îtir to bûy be laney pirsyarî tirsaw.
lew řojewe îtir to bûy be sêberî weramêkî ser daxraw.
lew demewe bûy be awê le hajet bisłemêytewe
lew řojewe bûy be dengê le gerût bisłemêytewe.
lew řojewe to îtir bûy:
be hîwayekî destemo
be pirsyarêkî destemo
be řwanînêkî şermin û
be řûbarêkî desxeřo
em careyan eçûyte ser bałî sîmirx, egeyştîte
karwankuje. dergay berdyan ekirdewe, koşkî
bilûrîn der’ekewt. firîştekan wek hełqułên
lenaw bîrêkî qûłewe yeke yeke ehatne der,
hemû xaçî agirînyan be destewe. hemû mar
le qedyan aław. ehatin û eyanbirdî le
awêkî sewz û sûryan heł’ekêşay. wekû
masî piştit ebû be pûleke. eyanbirdî û
her dûrawdûr nêłenêłekey dozexî naw qur’anyan
nîşan eday, dêw û dirinc û ejdîha û dołpay xwayan
nîşan eday. etirsayt û etoqît û bo xorawa
daykit leber dergay ḧewşe heł’etruşkaw
leser serit kełepşikoy ekujanewe
heta tirsekanit řawnê!.
bełam tirs dîwarê bû ne’eřoyşit û
çyayekî quřquşim bû řawne’enra.
taze tirs, wekû kołekey ber heywan û
minarekey sileymanî daçeqîbû.
taze tirs bûbû be xełûzanî naw derûn
wekû hewa heł’emjira,
bûbû be biro û be cumge û be çenage û
yeke yekey perasokan!
tirs, tirs, tirs
le małewe legeł awda exurayewe
legeł hewîrda eşêlra
lenaw lokey lêfeda bû
le dereweyş taze tirs wekû ḧesḧes, wek pasewan
řa’ewesta û pirsyarekanî tewq ekird
řêgakanî epşikinî û dest be çeqo
wird û diriştî gumanî
le xeyałîşda ser’ebřî!
min xaçî mar tê’aławim
min nefretêkî yezdanîm
leser em ceste koçere
min sê bizmarî řwawim!
wekû bałam xaç hełkişa, min ’aşiqe û
mar maşqey têk’aławî ser em xaçeyn.
hemû sałê koçî bawkit, koçî peřesêlkey şî’re û,
koçî «ba»yekî tûřeye û, koçî janêkî sersext û
seferî zam. hemû sałê em birîne azarê bû
xwê be koł û pirsyarê bû be bê akam.
ew zê bû, tînûy bû.
xewn bû, ne’exewt.
kiłpeyş bû sermay bû.
genim bû, birsî bû.
xorê bû ew wextey egîra, heł’ehat.
hemû şew perdaxê bade bû mest ebû, serxoş bû
hetakû xemanî berîbat!
jûrêk û çirayek, daykit û ḧîkayet.
le beyna to gimey kotrê.
zistan û befranbar, agir û ḧîkayet
le beyna to cwanûy gwê girê.
wenewz û xołemêş, mêwij û ḧîkayet
le beyna to kewî seferê.
hełebceCih: henarî hełwerîw le koşî şinrwêCih û gułanda.
hełebce: pirsyarî sîrwane û soraxî şarezûrCih
le koçî bêwadey bałindey giryanda!
řûnakîy zerdibawî pencerey taqane û,
le semay befirda pirûşey têk’aław
le yektir. zirîkey «ba»y dûrî gîrxiwardû
le dawî çyada, bo «hebû yan nebû», bo
řawî girdî řeş, tirsêkî çetewł řawestaw
le berdem derbendî ejdîha û werzêkî nehatda.
mirovî biçkole ewendey penceyek, mirovî çwar
çaw û, mirovî qoçdar û, firîştey bałdarî
kejawey lûtkeyek, kuřêkî keçełey azatir
le dirinc, azatir le deştî agir û le bêşey
sujin û le merg!
sereta çwarimişqî ebûyte gwêqutî
berdemî daykit û paş tozê simorey bizêwî
hełgeřaw be řan û ber sing û gerdin û
řuxsarya, dwatrîş ke serit ekirde
ser řanî ebûyte wişeyek le bestey zîwînî
naw demya.
koşî ew koşî gijugya û koşî bax bû
wextê eçûyte nawêwe
ebûy be gułemêxekê.
singî ew singî hełebce û baxî mîr bû
wextê eçûyte nawêwe ebûy be kanî ’aşiqan û
guł henarêkî şinrwê.
destî ew destî zełim bû
wextê eyhêna be serta
le kwêstanî seruřîşî mewlewîKesda eřwaytewe û
heł’etoqît, ebûy be pelkî qariçkê.
řanî ew řanî şî’ir bû wextê serit ekirde ser
leser mezarî welî û şem
serit ebû be gumezê.
ew kateyş to çawî nehênîy şî’ir bûy
le zarî daykita, ke «lasKes»êk be řêgey
ewînda eřoyşit û le şewêk heł’enût.
ew kateyş to geray hawarî ’eşqê bûy
le singî daykita. ke «xaçêk» be řêgey
yaxîda eřoyşit û le xemêk heł’enût.
ke çirayek beser petêkî barîkî tarîkîda
epeřîyewe ewber çemê
to lêrewe ebûy be kenarî aw û
be mizgênî dem şepolê.
ke bulbulê leser demî tîjî şîrê
enîştewe û semay ekird
to lêrewe ebûy be řengałey
şipirzey û ekewtîte bałefřê.
etpirsî: çon biřwêm lenêwan memanî
perîKesda û gewre bim wek memê?! çon
hełkem wekû «ba» û gewre bim wek şax û
dest xeme naw destî kiřêwe û ser keme
serşanî narincîy agirê?!
key ebim be peyjey şî’rêkî dirêj û eçme ser
serbanî koşkî xwa û?! key ebim be espî
fiřîwî dûkełê?!
etpirsî: çon ebim be kuřî derbendî bazyan?!
çon ebim be yarî mangeşew?!
etpirsî: min çî bikem bo ewey
wek daykim çon edwê
awehayş le řojî newrozda
gwêm lê bê, estêreyş bidwêt û
gwêm lê bê, baranîş bidwêt û
ew hewreyş sitranê bibêjê!