teşne leb ta key řefîqî weḧşyanî beř bikem

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  496 Dîtin
teşne leb ta key řefîqî weḧşyanî beř bikem?
tîẍî xwênřêjît bikêşe ta demî pê teř bikem
takû lêm dûre xetî řeyḧan û řûy guł řengî to
kwêr bim er bêm seyrî řeyḧan û gułî şestipeř bikem
wa le botey ’îşqita qałe řuxî zerdim îtir
qet le xo nagirim le kes dawayî qerzî zeř bikem
řengî zerdîş çake bo kwêrî řeqîb û dujminan
çunke dujmin şad debê ger xom geda û muzteř bikem
kîmyay wesiłit be hîç nayête destim, bê eme
biçme ẍarî meẍrîb û xom fêre ’îlmî ceř bikem
min le te’ney dujminî bê bîr qutar nabim, meger
ya xuda mergim bida ya herdû gwêy xom keř bikem
qet mełên yaran! legeł fîrqet were saziş bike
şêt nebûm wek peşşe min xom tûşî bay seřseř bikem
min legeł cewr û cefat ger lafî ulfet lê bidem
her wekû ahû debê xom cûtî şêrî neř bikem
pêm dełên kurdîNasnava edebî fiłan kes yadî dûrî to deka
min le ew çak şarezam, bîlla eger baweř bikem