le dwa satda

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  329 Dîtin
dûrge wextî xoy ew ’erde «lawan»e bûn
ke ’aşiqî çawî şînî zerya bûbûn
le piştewe herdû destyan bestirabowe û
řêyan nebû xoyan lew çawe hełkêşin.
ta ew řojey le leşî xoyan yaxî bûn
ta ew katey xoyan le dest xak řapsikan.
nîmçe dûrgeyş herweha bû
bełam ke ewan yaxî bûn, ke řayankird
hełnûtan û lepewřû kewtine zeryawe û
neyantiwanî hemû cestey xo derbazken
le dwa satda
xak firya kewt qaçî girtin!