peřînewe

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  327 Dîtin
- eyanbînin?
ew řuweke xişokaney
ke her singexşikêyane û pel ekutin?!
- ewe qurbanîy ewînî serdemêkin
le zîndanda be diřkezî
kwêryan kirdin!
- «lawlaw» yekêke lewane.
ey nabînin, le hîç şwênê, ew natwanê
xoy be tenya, hełgeřê û bipeřêtewe,
ger pencere û dar û dîwar destî negirin!