textebend

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  286 Dîtin
ew tirîfey mangeşewey
ke şî’rêkim dabûy le qijî dirêjit
destim bird û
behêwaşî lêm kirdewe.
ew şepoley ke çîrokêkî zor kurtim
wekû piştên le kemertî ałandibû
destim bird û
behêwaşî lêm kirdewe
ew kirasî awdamaney řomanêkim
kirdye berit
destim bird û
hêdî hêdî
ewîşim leber dakendî.
şajnî cwan!
be tenha her ew textebendem hêştewe
ke şanoyekim kirdibûy
be çirpay xewî herdûkman.