yekem mindał

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  320 Dîtin
be şîrî memkî şaxêkim
lenaw lankey pişkoyekda,
wişeyekim perwerde kird
ke gewre bû
le ahengî newrozêkda
legeł çekêkî qij sûrda
yekyan nasî
tifeng xwastî û
xwênîşim kirdî be şayî!.