bîrçûn

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  354 Dîtin
leser mêzeke bîrit çûn
be hêwaşî wek des berim
bo dû kotrî sipî nustû
hełmigirtin.
le derewe çing leser şan
ba kilo befrî řaw ena
cestey barîke şeqamî heł’elerzan.
her xom tenya
milîwanî xeyałe germuguřekem bo hełbiřî û
kewtime řêga
ey kiçeke!
bełam hetakû jûrekem
pencekanit le destima bûn
ta nûstîşim destekanit le milma bûn
ay kiçeke!
yeke yeke
her de penceyşim hełwerên
bîrim naçê
şewî cûte deskêşeke!