cwantirîn dyarî

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  657 Dîtin
lew kejeda
lew kazîwey beyaneda
yadî cejnî ledaykibûnî nêrgiz bû
dyarîy hatû
le asman û le ’erdewe
le berdem kiçî qij zerdida
ta êware
her řîz ekira.
ewey nêrgiz heta îste bîrî mabê
leber diłî
sê dyarîyan cwantirîn bû:
kiławe quçekey beřû.
milwankekey xałxałoke.
popeşmînêkîş ke pêştir
kirmî awrîşmêkî ’aşiq
be çwar zistan boy çinîbû
lenaw jûrî «înfîradî»y zîndanewe
boy nardibû!