’ezîzim wa le dûrît dił fîgarim

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  537 Dîtin
’ezîzim! wa le dûrît dił fîgarim
ke xwên deřjê le dîdey eşkibarim
weha firmêskî xwênîn dê le çawim
wekû damanî elwende kenarim
le gerdî qasîdî ye’sî wîsalit
be kullî kwêre deydey întîzarim
ke ummêdî wîsałî tom nemawe
be mergî to be merg umêdewarim
le çawî xot bipirse ew dezanê
ke min bo wa ’ecûl û bê qerarim
meken men’im ke sergerdan û wêłim
be des ’îşqe zemamî îxtyarim
legeł ’îşqit weha yar û enîsim
le toş ḧetta be kullî berkenarim
wekû mensûr eger bîşim sutênin
ena alqadirErebî dełê gerd û ẍubarim
eger tał’ bibê kurdîNasnava edebî sizaye
be ḧoqqe duřiř û gewher ken nîsarim