le bîrewerîyekanî darmêwêkewe

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  369 Dîtin
lenaw defterî řezêkda
darmêwê em yaddaştaney nûsîbowe:
- wa heł’edem!
emřo min bûm be bersîle.
her se’atê ber le îste
be dizedze û matemat
dû mindałî çetûn hatin
dayanme ber giłimtik û berd.
ax! çendim lê hełwerye ’erd!
mindałekan, be xwêy ser lepî destewe
be miłçemiłç lêyan xwardim
hetakû danyan ał bowe.
bełam axir xo min naheqîşyan nagirim!
min tirşim û, aw zane dem,
lew dûrewe
swê ekate naw diłewe.
’afêtyan bim!
- îste min qijim piřtire û bûm be tirê
emřo le nizîk minewe
bû be şeřê nebêtewe!
le ’esrewe ta êwarê, şeř xayandî
le dway şeřîş pêşmergeyekî zamdarim
lejêr gełamda şardewe.
le jêrîşewe destim bird
yek dû hêşûm le singî xom bo kirdewe û
dame destî!.
- řinîwyanim, bełam lenaw kune berda
çendîn hêşûy filîqawem
bûn be bade.
dwê êware, şahoyek bû be mîwanim
le awî ałî xwardimewe
hêndey nebird şaho mest bû
serxoş, serxoş
ne leser qaç, ne leser kilk xoy ne’egirt!
îtir be dem xwardinewewe, ta direngan
hetakû nûst
«şaho» her şî’rî «bêkesKes»y
bo min û řez exwêndewe!.
- befir ebarê û bûm be mêwij
kirawmete naw qapewe û
leberdemda danrawim.
dapîreyekî qij sipî
zarokanîş be çwar dewra.
wek tamî min
ḧîkayetî emşew xoşe.
ke dapîreyş geyşte ser:
«hatmewe hîçyan nedamê»
lenaw binî tûrekeda
minîş hîçî wam nemabû
heta bixurê!.