buxçe

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  303 Dîtin
řojê heng bû be hawřêm.
şewê qełemekem nenûst
heta şîley şî’rêkî tazey nedamê.
řojê kirmî awrîşmêkim bû be aşna
şewê awrîşmî xeyałim
qed qed
xoy lew şemewe pêça.
řojê kotrê bû be dostim
şewê ewînêkî sipî
hate lam û
çepkê tîşkî daye destim.
řojêkî tir gułegenim bû be aşnam
şewê tîrokî qełemim naske nanî
wişey ałî bo kirdimewe û heta dwayî
leser sebetey defterm hełmiçnî.
bełam wextê ke hejaranî kurdistan
bûne hawřêm
şîle û awrîşim û tîşk û nanim her hemû
xiste buxçey derûnewe û
ew buxçeyeşim da bewan!