kotere

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  331 Dîtin
ew şewey le «şêx wesanCih
bûm be zûxał û kotere
bo sibeynê řojnamekanî ewrûpaCih
peře peře
lêm bûne şemşemekwêre!
her ew şeweyş
dûrtir le min
be giřî momî kiłêse
dû tałemûy řîşî qeşe
hełkiřûza
bo sibeynê řojnamekanî ewrûpa
le manşêtewe bo dawên
yeke yeke
bo kiřûzyan lê heł’esta!.