takû dił mabê mekoşe qet le abřû birdinim

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  751 Dîtin
takû dił mabê mekoşe qet le abřû birdinim
’îşq ta xoş bê mekêşe řencî řîswa kirdinim
pêşeway karwanî bê řeḧmî heta mawî etoy
hełgirî barî cefa û hîcran heta demirim minim
her etom dîwe le xom diłsoz û muşfîq tir be xom
çunke wa sa’î û ’ecûl û talbî bo mirdinim
xo nwandin bes bê be xwa řûy cîhan zanî ke to
qadrî bo kujtin û tałan û zecir û girtinim
naze ya xo meyle ya neş’et tilû’î kirduwe?
ya be huşyarî wekî mestî behaney kujtinim
tînûyî nez’î fîraq û yadî cullabî lebit
cubře’îl yarim bê baz îşkale řoḧ derbirdinim
bext yek hîcret dû û ẍurbet syan û dił çwar
min yekim, çwar tewqî naḧeq bo çî çote gerdinim?!
ger le ’îşqî sadeřûyan dił bigořim bê guman
muřtedim; ye’nî esîrî zulf û pustanî jinim
dił dełê kurdîNasnava edebî řeqîb dujminte kone lotîye
boye way kut ta nezanim kêye dost û dujminim