hełwêst

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  883 Dîtin
sêberî gełay dartûyek, kişayewe
wextê zanî ew řêbwarey
wa be pele xoy ekutê
bo pişûdan le sayeyda
le hełdêrekey ew dîwda
dû sê nemamî ser biřî!
mang tirîfey kujanewe
wextê zanî leber ewda
toř bo girtinî giznigî
sibey beyanî eçnirê!
kilîlê xoy
le kunî qifła ’asî kird
ke hestî kird eyanewê
çirayek bênne derewe
bîxnikênin!
řêgayek pasdarekanî
yek yek wêł kird
wextê zanî eçin bo ewê
baxçeyek, be dîl bigirin
nameyekîş xoy le zerfekeyda
diřan
wextê zanî
hewałî î’damkirdinî
hełbestêkî lenawdaye
bo mehabadî leylaye!