hawřê
Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
1 Xulek
1207 Dîtin
seretay hemû payîzê
wextê pol pol ew melaney
be dway ’eşqî germesêrda
řuwew başûr koç eken û
cêman dêłn.
ew řojane
lenaw baxçey ajełekanî bakûrda
serinc biden
ebînin wa awełî ew bałindane
zîndanîyekan
zîz û matin
çawî be firmêsk heł’ebiřn
le ’ezreta singî xoyan
be başûrî
hêlane û şîşî qefezî
baxçekewe enûsênin.
ew řojane
gwê řabgirin gwêtan lêye
ew awełe zîndanîyane
be bê wiçan bo dirextî
germesêrî dûr exwênin!
wextê pol pol ew melaney
be dway ’eşqî germesêrda
řuwew başûr koç eken û
cêman dêłn.
ew řojane
lenaw baxçey ajełekanî bakûrda
serinc biden
ebînin wa awełî ew bałindane
zîndanîyekan
zîz û matin
çawî be firmêsk heł’ebiřn
le ’ezreta singî xoyan
be başûrî
hêlane û şîşî qefezî
baxçekewe enûsênin.
ew řojane
gwê řabgirin gwêtan lêye
ew awełe zîndanîyane
be bê wiçan bo dirextî
germesêrî dûr exwênin!