siław gułe kêwîlekanî şořş, siław!

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 7 Xulek  744 Dîtin
wa emsałîş be ferencî û pestekewe, milpêç le mil
gałok be des, le zerdumay şaxanewe
pîre zistan
derał, derał, gewe, gewe
da’egeřê û dê bo latan.
le îstewe be hełlerzînî řûbar
pencey gonekirdûy dar û
kokekokî «ba»da dyare
emsał befir way temaye
ew kewtiney lêy kewt îtir,
ew şaney daydaye sertan
ta newroz hełînesênê
berîneda ber pencerey kurtebałay jûrekantan.
* * *
sêbertanim û le layştan nîm
bełam kotreşînkey çawim
be dem qułpequłpî gimey soraxewe
bałî teřî le lamlitan heł’eswêt û etanbînê:
lem werzeda
ber lewey bûlêł bazdate naw derbend û
cołay şew bê û tewnî tarîkîy biçnê
etanbînê:
dû dû sê sê
herdû destitan lenaw gîrfanî şerwałda û
şan kûř kirdû
qij bij, qij bij.
tyaşyandaye be qeder nîwey qełemê, řîşî hatû
dên û eçin
be tîzmałkî cêgey pyasey
ser serbanî pestiraweda
ke beharîş gyay lê nařwê
dên û eçin, dên û eçin.
lew êware wextaneda
ke lay êwe hetaw zûtir cê çoł eka
bo sêber û
le řewezî ew berewe
nawbenawê çawşarkêtan legeł eka.
lew êware wextaneda
dên û eçin, dên û eçin
wek bergî ber yek azarî řeng xakîn û
bełam wek gułî xenderan
qołtan le qołî yekdaye û pê’ekenin.
dên û eçin û lenaw řařewî qiseda:
"beşe newt û ard û nîsk û nokî meqeř
giłeban û morey aw diz, metre naylon
borîy şikaw, sondey teqîw
hitid û, hitid û, hitid û
le zor şwênda yexey pyasetan ber naden
serî sorax û mişurî hebû nebûy
emsałîştan pê ba eden
aweřoy dengitan egořn
dên û eçin û lepřêkda ewestin û bêdeng ebin
zît zît zît zît
bo viřey dûr gwêy řahatû heł’exen û
le yek satda be yekewe
berew asmanî payîzey xołemîşî
lepî destêk eken be çetrî temaşa û
ser heł’ebiřn!
* * *
- êre îstigey
«dengî gelî kurdistan»e
siław! siław! siław!
ey aryelekanî lûtke
ey şepolekanî asman
siław! siław!
ey řadyokey ser řefey çaw
ey bangî řojî dûcarey
ser minarey bałay şehîd
siław! siław!
min dengitanim û lelayştan nîm
gwêçkem lêreye û bîstinim le latane:
hemû řojê qirîwey serçopî hewał
ḧîley řewe espî «p.m»
lenaw jûrî tenyaymda
mêjûn û deng edenewe
çexmaxen û tarîkayîy em namoyî û ẍerîbyem
wek befrî ber laytî destî şewantan
řûnak, řûnak ekenewe!
lem dûrewe gewałe hewrî payîzem
dengî ziryanî lay êwe
berew başûr emdene ber givey xoyan
hemû řojê be tilawtil embenewe
heta asmanî «{bergełu» leser ewê
le tawanda wekû loke şîy ebmewe
ebme hezar, hezar, hezar
pepûle payîzey sipî û ewsa îtir
gwêsebaney jûrekantan, telî aryel,
tenafî cil, hêwaş hêwaş emgirnewe
siław! siław! siław!
ey gułegenmî qełem û
ey kaẍezî kêłgey hetaw.
ey sitodyo řutełekey
kumbarî şêdar leberim
ey řîkordî hewrazbiřî
hemû řojêkî naw serim
siław! siław!
min dengitanim û le layştan nîm
çawim lêreye û bînînim le latane:
wa jûr be jûr, heywan, heywan
serban, serban, wek kotrekan
nîgakanim lew kilî xak û xołeda çîneyane.
latan nîm û bełam çawim her lêtane:
wa engore fiłçey panî tarîkîy girt be destewe
xêra, xêra be laşana heł’egeřê û
pile piley şax řeş eka!
ewa îste viřey matoř, tepetepî,
giłopî zerdibaw heł’eka bo pişûy kemî şewane
laştan nîm û gwêm lêtane:
- «çîman heye?! xefer kêye?!»
be çwar dewrî mencełêkda, lêwarî kel,
serqap qupaw
dûkeł xwardû
birsî, birsî
xotan nanin, bełam birsî
be yekda dên, tarmayîn û carbecarê
kiłpey lepiř
demuçawtan edate ber
şewqêkî kizî narincî
lenakawda dû sê hawar
ebne dengî - giř-y meqeř
- «werin bo nan!
werin bo nan»
- dîsanewe nokî nekłok
leser sifrey dirêjkoley qed řê řê bû
dû dû, dû dû
beramber yek
wek «mivlî» emanxate ser laqêk û
ser řûtawey hawřêşman, serûgirtû
çendîn sałe azarêkî qoşmeye û
dîsanewe wekû dwênê û wekû pêrê û,
beserpêrê
bo em nokeyş
yek dû nuktey tazey pêye!
* * *
ewa îsteyş etanbînim:
zyatir le nîwey şewîştan hełhêncawe û
se’at se’at
eykene naw estêrkekanî nîgawe
her bêdarin
etanbînim be çwarimişqî leser betanîye sewzekan
danîştûn û qełemîştan be řêgekanî kaẍeza
leser mêzî nizmî berdem
tîpî mełbendî wişen û
her eřon û her řêbwarin.
* * *
siław! estêrekanî şaxudax, siław!
siław gułe kêwîyekanî şořş, siław!
le tem tûmanî em werze dijwareda
êwe řîze çiray çawî aynden û
yek yek leser
taşeberd û, liqî berz û, tavgeda, hełkirawin!.
le berdemî çepokanî em serdeme çemûşeda
êwe şaswarî êmen û
keł mil keł mil wekû lûtke řawestawin!
êwe ey gułe cergîne
ey cerg kun tya nebuwekan!
xak le hengawtanda ejî
aw le henawtanda ejî
deng le gerûtanda ejî
êwe merg řam eken û
kurdistanîş lenaw sengertanda ejî.
êwe le ejdîhakey bergirtûy serçawewe
hênde nizîk kewtûnewe
emostitan eçê be çawya
hemû řojê, be ser řegî milya eřon û dênewe
şewê nîye bo nawnîşan gwêy biřřawî beçke dêwê
beçke neheng û dirincê nehênnewe
çî ma! çî ma! çî ma îtir
ta bo jehrîş
êwe dergay henasetan awałeye.
bełam lêre! lêre! lêre!
lay ewaney fałî xeyał
le fincanî ewrûpada egirnewe
legeł tewqîtî «big bin»da
leser burcî «îvił»ewe
bonî «şêx wesan» eken û
her lewêwe
řojjimêrî xwên û dûkełî sałantan exwênnewe!
lêre! lêre! lêre
lay ewaney le temenî ejdîhawe
le agire sûre dûrin û
kirasî berî defteryan çirç nebuwe û
deqî pantołî qełemyan nejakawe
ewan lêrewe şimşêrî darîneyan
bo ejdîha heł’ekêşin û
wekû tawis be ser şî’rî pêşmergema
gîv ebnewe!
bîrtan ekem, bîrî mêwje řeşkey çawtan.
bîrtan ekem.
bîrtan ekem, bîrî nane qeysî qisey xoştan, bîrtan ekem.
bîrtan ekem, wexte şî’rî ber memkaney
le memkî xak dabřiřawim swêy bêtewe!.
a lem tendûrî koçeda
wexte, wexte bałam bibê be kołewj
wexte çawim le kalaney cwê bêtewe
bo min îste
jane û jane û jane
wa qełem leser tewqî ser exulêtewe
quł, quł, quł, quł
hemû şewê be nûkî xoy
yadgarê heł’ekenê û ewînêkî ekulêtewe
ho! ho! ho! ey nîştiman
xo gwêt lême!
bew çawanet, be ewînit, be azarit
le îsteda
be tenafî temaşay teřî minewe, hemû şewê
tik, tik, tik, tik
be ser qełemî bêdarma
xwênî şehîdêkî tazet etkêtewe!.