řahatin

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  456 Dîtin
milim witî:
zor dûr nîye, her pêrê bû
legeł petî sêdareda řahatim û
ta wam lêhat
ber lewey ew şoř bêtewe
min le pêşda řam’ekêşa û yexem egirt
min le pêşda xom heł’eda û
eçûme naw ełqeyewe.
ta way lêhat
řoj ledway řoj
jûrî î’dam her wekû gurgêkî diř
destemo kird.
ta way lêhat
wek werdîyan
pet bêzar bû.
wek polîsî dway nîweşew
pet şeket bû.
ta way lêhat, bere, bere
ew le pêş minda enûst û
şew direngan
min eçûme ser darekey
hełmi’esan, emut: were!.
zor dûr nîye, her pêrê bû
le pêşda azar kêrdêkî
zor dem tîj bû
leber destya kerwêşk bûm û emzirîkan!.
le dwayîşda wirde wirde
be xwênî xom kulim kird û
înca min xistime bawêşkidan!.
bo nawnîşan:
ewe hemû jêrzemîn û qawşêkî «ebûẍrêb»
ewe hemû serdabêkî tûnî babay
beẍdaCih y tawan.
leweyş zyatir
ewe «musiłCih» û girdê wirey keł milekan!.
zewîm witî:
zor nizîke her dwênê bû
legeł nałe û girmey řeşî
napałimda řahatim û
wekû nehengî birsêtî
wekû bîrunî tînuyetî
samî ew dêweyşim şikan!.
ewîş minim:
ewe dengim.
ewe řengim.
ewe bałay dengubasim.
ewe gwêçkey sûkî şaxim.
temaşam ke:
ne gwêy daristanim keř bû.
ne řûbarim zirawî çû.
ne sengerm lerz girtî.
le dwayîşda
laşey bomba
bo mindałanî zor gundî bê xendey min
bûn be espî geme û yarî.
mêjûm ełê:
bo emřokeyş
legeł em jehreda řadêm
řadêm, řadêm
wekû asman û wek çya
hewa, minim
ew le minda etwêtewe û
çend pêç bixiwat û serkewê
çingî nagate gerdinim.
ke gułêkim heł’ewerê.
gułêkî tirim epşikiwê.
jêyekî dengim epçiřê
jêyekî tir ebestimewe.
wekû pêrê û dwênê û îste
giftêke û dawme be guł û be mindał û
bew befrî xoşewîstîye
ewey legełya řaneyem
řamnehênê û qet řaneyem
her yek şite:
ewîş tenha jêrdestîye!.