kwêr buwe her wekû ye’qûb be xuda dîde le bot

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1222 Dîtin
kwêr buwe her wekû ye’qûb be xuda dîde le bot
sa binêre wekû yosif be şifay dîde le bot
dił ke cêy xot bû be awrî ẍemî hîcirit sûtand
boç be dest xot dexey em awre naw menziłî xot?
dił le des turkî dû çawit çi debû ḧałî eger
nebwaye le serî tîrî mujet, tîẍî birot?
bergî řûtî be hezar xerqeyî şahî nadem
çunke meḧbûbe be naz pêm dełêy gahê (miçe řût)
min kutim kujtimit ew sebir be bêdengî kutî
kone kirmanc! eme sałêke bełed bûm le dirot
şem’î meyxane fitîley nebû ta dwênê, şukur
şêxî xoman be şeřab dełqî gedayî defrot
ke řeqîb dî min û yar pêkewe nîştûyn, le řiqan
wek segê pet bikirojê, dem û lêwî dekirot
diłî kurdîNasnava edebî ke giriftarî cibey qirimzîye, boç
deken men’î be xwênî dił eger bergî deşot!