bang

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  1078 Dîtin
«ba»y ewîn le «mardînCih»
ke towî lawkê efřênê
şaxewşax
dê be dêy badînan eyhênê
bo ewey:
le werdî ḧeyranî sorana bîçênê.
«ba»y ewîn ke leser araratCih heł’eka
pał enê be hewrî gerdinî çyawe
berewxiwar
eydate pêş xoyî û bepirtaw řa’eka
eyewê zor zûtir
bigate ser «kelar»
tawekû tînwêtîy germesêr bişkênê û
leser ew bexuřřem dabka.
«ba»y ewîn, ke leser mezarî
guł gułî memKes û zînKes
fû eka be kunî şimşałî «xanîKes»da
ewsake her şî’re û bał egirin
herdawherd, doławdoł
bepol dên
ta zûtir bigene asmanî «xakuxoł»
řeşbełek des bigirin le diłî «nalîKes»da.
ke le «wan» bay ewîn
şehîdê ebînê nawestê
des eba û
le qij û kakołî qurbanîy kirmancim
le baxçey xoretar
gułî xwên eçnê û
lewêwe be baweş
bo małe pêşmergey
naw «koyeCih»y ehênê.
* * *
ey xakî cinrawim!
gwêm lête bang ekey
gwêm lête ziryanî azarî û heł’ekey!
ey hekar!
ey serî xwênawîy kurdistan!
min bazûy leşî tom, tewêłtim
çaw, çawe
gilêney řastit bim, çepit bim
çaw, çawe
herdûkman dûbałî melêkîn.
dû serî yek pirdî çemêkîn.
dû biroy peywestî řuxsarê.
dû řuxî řûbarê.
ey bakûr!
bakûrî henasey «betlîsî»
ey befrî giřgirtûy
ser sinûr
ew wextey lewêwe bizmarê
be singita dakutin
lêrewe! xwên leber
şarekey min eřwa!
ger pirçî řezêkit lewêwe hełkêşin
lêrewe zirîkey şepolî sîrwanim
ser eka
ey bakûr!
bakûrî sêdare û zîndanî mangî ał
ey «memo», ey «çeto»y
dastanî birsêtî û nanî tał
ew wextey kelepçey estemûl,
kelepçey řijêmî gurgebor
dest û pêy goranîy
«dersîmCih»t ebestê
azadît edate ber sûngî
dirextî baxanit ekujê
estêret ser ebřê
ew wexte! ne îste
bakûrî birînim!
bakûrî nawçewan bebefir dapoşraw
ey mêjûy siksûtaw!
lenêwan lûtkewe
destî sewz dirêj ke
ciłewî espekey şořşî «ḧiseyn» û
«’ezo»tim lê bigre
hawar ke:
piř be dem eşkewt û naw gelît hawar ke:
řêm biden, řêm biden!
karwanî çiram û beřêwem
hîwam û be pêwem
hawar ke! le biray- ezbenî- û pêy biłê:
min hatûm bo ewey
xwên bidem be kejî řengizerd û
be peyjey laşema
azadîy soran û badînan
pêkewe serkewê.
* * *
wextêtî!
pêşmergey kurdistan wextêtî
em xake encin û zamdare
her sê şit xwastêtî:
yekemyan: yekêtî!
duwemyan: yekêtî!
sêhemîş: yekêtî!
wextêtî!
mefreze, mefreze
wa ême xoman best
wa ême dûhezar, çwarhezar
dehezar destiman kird
be yek dest.
wa îste be pêweyn
amade, amade, amade
amadeyn wek ewsay
ser řêgey dastanî «bêtwate»
ey řîzî meşxełan
kuřanî - komełe -!
mesafe, mesafe, mesafe!
wek řêçke pişkokey
ewsakey
naw şewî «ałwetan»
amade, amade, amade
mesafe, mesafe, mesafe
* * *
ey bakûr
bakûrî birînim
ey mangî gîrawî naw çingî tarîkîy
badînan! ey lankey sitranî dêrînim
ho biray zazoyî û kirmancim
min wa dêm, řê megirin le kiłpey
newrozî amancim
řê megirin le çepkî guł sipîy
aştîy min
řê megirin le tewqey ewînî
destî min!
eweta wa gurgî serkewşen
gurgî boz, gurgî řeş
bêkław, kiławdar, řîşnyan
limozyan le xwênî řijawman wer’eden
be hełpey kełbey tîj, qepałyan
masûlkey lařan û serşanman epçiřn
gurgin û napirsin
bo ewan goşt goşte
soran bê û badînan
kurd kurde!
ey biray zazoyî û kirmancim
wa hatûm řê megre le tîşkî
awat û amancim
min hatûm le gořî hełdêr û nişêwta
motekey sersingî nakokîy binêjim!
min hatûm birînî derbend û
lûtkey şax sařêjim
min hatûm beydaxî befrînî
xozgemit bo hełkem.
ey biray zazoyî û kirmancim
min tîre û, em û ew, takekes nanasim
ferhadKes m em řence her leber
«şîrîn»y řenicderan ekêşim
min tenha bo çawî kurdistan
dêwanem, ’aşiqim, derwêşim!
* * *
ey biray, senger cya
ey biray ew dîwî
dîwarî min nebîn
werewe sengerêk hełkenîn
sengerêk bew paçe hełkenîn
ke paçî «çîmen» û ḧesarim
hełyankend.
sengerêk ta îste esûtê û
dwa carîş
be xwênî «sey kerîm» giřî send.
birakem! ger çemêk
lem peř bê û lêkman ka
sedan çem, zê û řûbar
bang eken: yek girîn!
birakem!
ger deştêk diřkudał lêkman ka
sed deştî gułcařî em xake
bang eken: yek girîn.
birakem!
ger aştîm gułî girt
gułêkî gułdanî çawim be
jêyekî kemanî mijdem be
ger dengî serbestîm hełîkird
bałêkî goranî û bestem be
ger giřîş kewtewe
birakem! werewe
pêkewe giř bigrîn
pêkewe le şayîy xwênawîy şořişda
dest bigrîn