çêjtim emřo jehrî mar û řoḧî şîrînim nehat

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  3202 Dîtin
çêjtim emřo jehrî mar û řoḧî şîrînim nehat
zamî konem hate jan û merhemî birînim nehat
min xemim xward û xemîş xwênî cigermî xwardewe
boye giryam çend beçend, firmêskî xwênînim nehat
ẍem serî lêdam û yarîş qet serêkî lê nedam
sebir û hoşim řoyîwe, ẍaretgerî dînim nehat
dił desûtê çîn be çîn deşkête ser yek wek fener
xawenî řûy ateşîn û zulfî çîn çînim nehat
dîde wek hewrî beharan xwên debarênê û seday
pêkenînî ẍunçeyî new sebze perjînim nehat
goy serim çewganî mîḧnet daye ber xoy řay fiřand
way ’eceb, bo şaswarî xaneyî zînim nehat?
kewtime wextî mirdin û ẍem xistimye ḧałî ẍeřẍeře
kurdîNasnava edebî bê kes xom le hîç layê seday şînim nehat