ey řefîqan bên be xencer bimkujin êwe û xuda

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1503 Dîtin
ey řefîqan bên be xencer bimkujin êwe û xuda
ta xelasîm bê le des hîcranî yarî bê wefa
min weham zanî ke ahû kewte dawim, êsteke
xom xelas nabim weha kewtûme naw dawî beła
tûşî yarê hatûm qellaş û duzd û ḧîlebaz
turk řeftar û tebî’et gawir û sofî nima
hat be ’eyyarî diłî lê sandim êstaş pêm dełê
min le kwê tom dîwe? ey bê’ar laço lêre sa
min dełêm qurban, dełê (ya saḧb sut alkerîh)
dujmin er bangî deka (lebîk ya xeyre alinda)
ger řeqîb helê îşarêkî bika gahê le dûr
hełdesê çespan le ser şanî deda cełdî ’eba
kurdîNasnava edebî wa bedbext û dił bê sebir û leyla bê wefa
ey xuda řo, dił weha, tal’ weha, canane wa