çîrokêkî birayetî
Li pirtûka:
Le Kořî Xebata
Berhema:
Goran (1904-1962)
3 Xulek
1151 Dîtin
biray ’ereb!
çexmaxey şimşêrî zordar
a lew xwêneda awa bû
ke le milî bawkit, bawkim
řijaye ser limî mêjû!
be cût herdû bawik kujraw,
tik tik xemman tika le çaw,
dest le mil, beser yektira
giryan kirdînî be bira.
bełam zordar
kelley piř bû boman le mar:
pelî girtîn, kêşî kirdîn
bo bin darî êş û azar,
zincîrî xistîne gerdin,
daye destiman ser û zengin,
qemçîy heřeşey xiste kar:
bîrî pê lê dayn be bêgar!
lejêr dirextî azara
ewendey tir bûyn be bira;
boye le naw herdûkmana
be çipey wird,
em darî diřkeman naw na:
birayetîy ’ereb û kurd!
îtir zirme, zirmey zengin,
nałey řencî to bû, hîy min,
be řoj, be şew, sałehay sał,
ta gencî zor derçû le çał,
bo gîrfanî bawik kujman,
şîley řencî şîrîn mijman.
ay... le bêgarî zordara,
’eba û ferencîman diřî!
ay... le jêr qursayîy bara
areqî naw çawman siřî!
bihataye piştî mandûy kûř hełbiřîn,
zordar lêman řa’epeřî û têy exuřîn...
êmeyş naçar, bem şan, bew şan,
bê pişû paçman eweşan
le nûkî paç ehateder:
komeł komeł zêř û gewher
zordar eybird û min û to,
bo bergî caw, bo nan û do,
destî derozeman pan bû,
çawman zeq zeq çaweřwan bû!
tał bû beşt, tał bû beşim!
le yek kase «tałî» noşîn
birayîy kirdîn be hengiwîn
herdû bira, ’ereb û kurd,
serman bo binagwêy yek bird,
ta têrman xward çipeman kird
«pey»man bird be řawêjî wird... dîsan bem şan, dîsan bew şan,
bê pişûdan paçman weşan
bełam paçêk le binî bîr,
paçey tir le qefî zincîr...
le piř zincîr qef qef pisa,
dîlî nema le qefesa...
êsta herdû biray azad,
řaste be serbestîn diłşad,
bełam asoy řêman lêłe,
řêgay asoy lêłîş wêłe
wêł bîn «bed» le kemînaye
«bed» řêgrî bê řêgaye...
bimanewê birayîman
mîwey şîrîn biçnê le dar,
bimanewê azadîman
guł bigrê wek baxçey behar,
bimanewê hemû katê
emsałman çatir bê le par,
îtir hergîz nemangatê
destî tawanbarî zordar
ebê berew asoy řûnak,
řêy řast bigrê nyazî pak!
ebê wekû gelanî tir
giřî sipîy bałî kotir
bo kam la ebřê asoy şîn,
swarî yekyetîy wişe bîn,
şwênî kewîn,
be dew biçîn,
ta egeyne dwa amancî here şîrîn!
çexmaxey şimşêrî zordar
a lew xwêneda awa bû
ke le milî bawkit, bawkim
řijaye ser limî mêjû!
be cût herdû bawik kujraw,
tik tik xemman tika le çaw,
dest le mil, beser yektira
giryan kirdînî be bira.
bełam zordar
kelley piř bû boman le mar:
pelî girtîn, kêşî kirdîn
bo bin darî êş û azar,
zincîrî xistîne gerdin,
daye destiman ser û zengin,
qemçîy heřeşey xiste kar:
bîrî pê lê dayn be bêgar!
lejêr dirextî azara
ewendey tir bûyn be bira;
boye le naw herdûkmana
be çipey wird,
em darî diřkeman naw na:
birayetîy ’ereb û kurd!
îtir zirme, zirmey zengin,
nałey řencî to bû, hîy min,
be řoj, be şew, sałehay sał,
ta gencî zor derçû le çał,
bo gîrfanî bawik kujman,
şîley řencî şîrîn mijman.
***
biray ’ereb!ay... le bêgarî zordara,
’eba û ferencîman diřî!
ay... le jêr qursayîy bara
areqî naw çawman siřî!
bihataye piştî mandûy kûř hełbiřîn,
zordar lêman řa’epeřî û têy exuřîn...
êmeyş naçar, bem şan, bew şan,
bê pişû paçman eweşan
le nûkî paç ehateder:
komeł komeł zêř û gewher
zordar eybird û min û to,
bo bergî caw, bo nan û do,
destî derozeman pan bû,
çawman zeq zeq çaweřwan bû!
***
biray ’erebî çawřeşimtał bû beşt, tał bû beşim!
le yek kase «tałî» noşîn
birayîy kirdîn be hengiwîn
herdû bira, ’ereb û kurd,
serman bo binagwêy yek bird,
ta têrman xward çipeman kird
«pey»man bird be řawêjî wird...
bê pişûdan paçman weşan
bełam paçêk le binî bîr,
paçey tir le qefî zincîr...
le piř zincîr qef qef pisa,
dîlî nema le qefesa...
êsta herdû biray azad,
řaste be serbestîn diłşad,
bełam asoy řêman lêłe,
řêgay asoy lêłîş wêłe
wêł bîn «bed» le kemînaye
«bed» řêgrî bê řêgaye...
***
biray ’ereb!bimanewê birayîman
mîwey şîrîn biçnê le dar,
bimanewê azadîman
guł bigrê wek baxçey behar,
bimanewê hemû katê
emsałman çatir bê le par,
îtir hergîz nemangatê
destî tawanbarî zordar
ebê berew asoy řûnak,
řêy řast bigrê nyazî pak!
ebê wekû gelanî tir
giřî sipîy bałî kotir
bo kam la ebřê asoy şîn,
swarî yekyetîy wişe bîn,
şwênî kewîn,
be dew biçîn,
ta egeyne dwa amancî here şîrîn!