newrozî 1961

Li pirtûka:
Le Kořî Xebata
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1095 Dîtin
wenewşey bin diřk xizaw
çawî řeşî kirdewe, dîy,
nêrgisecař be hezar çaw
pê ekenê: zerd û sipî!
nêrgisî ber hetawî germ
mijdey pê bû bo wenewşe,
witî: «xuşkê,
xuşkî cwanî çaw piř le şerim
xiř daxraw dergay ḧewşe,
firmêsk le çawit bu etkê?
wa, behare
leser lûtkey sipî dyare
wirşe û pirşey yaqûtî ał,
giřî cejnî seretay sał!...»
wenewşey çawřeşî şermin
destî kird be beste witin!
bê sił kirdin
le nûkî xencerî dujmin,
xoy hawîşte baweş çepik
gułî wenewşey naw diřk
ke geyîşte destî tasem,
piř le bonî bû henasem,
’etrî çipey tikande gwêm,
mijdey: «hat newroz»y da pêm
***
ey ew cejney hatît û çû
le dem, tałîy parî mirdû!
ey ew cejney hezaran sał
le řaburdûy kurdî zor tał,
taqe bizey yadgaryan
her to bûy: cejin û beharyan!
le xemî kon, azarî kon,
zûxawî dest zordarî kon,
yek sałî tir dûrit xistîn;
lewlaşewe, cejnî şîrîn,
be hatinit yek sałî deq
karwan pêş kewt, berew şebeq
wata: řêga bibřîn be dew,
sałêk zûtir dwayî dê şew;
ew şewey meşxełî gelan,
agirî ber’eda le gyan
le her çwar lay cîhanewe,
ta be dem bay sûtanewe,
tozî le řûy peřey mêjû
enîşê wek xakey řêjû!
ewsa, newroz,
cejnî pîroz!
diřk eřzê û daxî diłî,
ebê be bogen bo giłî
toyş ahengî behareket
nexşî lûtke û nizareket,
le baẍçey gułî gelana
gułêk ebê le meydana...
her mirovê dî û bonî kird
ełê: bijî newrozî kurd!...