řêgay lenîn
Li pirtûka:
Le Kořî Xebata
Berhema:
Goran (1904-1962)
2 Xulek
1164 Dîtin
legeł kotir şwên řûnakîy řoj kewtim
ne řoj, ne şew, nexewtim
çya û çya, deştawdeşt, derya û derya
pêwanem kird berew bakûr řûy dinya
fiřîm benaw hewrî berzî asmana
beser hezar hezar dîmenî cwana...
ta geyîştime ber derwazey kiremlîn
jêr sêberî peykerî berzî lenîn!
řûy sirincim kirde herkiwê lenîn bû,
her xoy bawik, serok, mamostay çîn bû...
dîm: ne be řeng, dîm: ne be deng, ne be bîr
lekîs çuwe, bo însan, lenînî jîr!
êstayş destî dirêj eka û be emust
şeqamî řast pêşan eda bist be bist,
le tarîkîy dinyay piř areq û xwên,
dinyay şeř û dinyay cewr û dinyay cwên
pelkêş eka însan bo dinyay taze,
ew dinyayey her xoşîye û her naze!...
lew gelaney ke şwên biřway řast kewtin,
wek gelanî dwakewtûy tir nexewtin!
«azerî» bû, azerbaycan wiłatî,
řêgay lenîn kewte firyay necatî!
doynê kełbey gurgî qeyser eykiroşt,
wek tałanî be têła û şeq eyfiroşt,
şarî wêran wek şarî to û dêhatî
jawey ehat le nexoşîy û le qatî,
le nezanîy û řûtîy û qûtîy û hejarîy,
tirs û lerzî mał wêranî û bêkarîy...
bełam emřo xakî azerbaycanî,
ke dû řoje hatûyn bûyn be mîwanî,
wa le tîjgî řojî lenîna nuqme,
ełêy le ber xora gułî awrîşme!
«bako»y kiçî leser deryaçey qezwên,
şane eda le qijî zerdî xawên
legeł şane kirdinî ber awêne,
serî germe be goranîy bê wêne
ẍezel ẍezel ’eşqî «fizûlî» û «mecnûn»
be dengî soz exate bestey meḧzûn
ta hunerî řojhełatî îslamî
geşe bika û bijî dîsan «nîzamî»!
ne řoj, ne şew, nexewtim
çya û çya, deştawdeşt, derya û derya
pêwanem kird berew bakûr řûy dinya
fiřîm benaw hewrî berzî asmana
beser hezar hezar dîmenî cwana...
ta geyîştime ber derwazey kiremlîn
jêr sêberî peykerî berzî lenîn!
řûy sirincim kirde herkiwê lenîn bû,
her xoy bawik, serok, mamostay çîn bû...
dîm: ne be řeng, dîm: ne be deng, ne be bîr
lekîs çuwe, bo însan, lenînî jîr!
êstayş destî dirêj eka û be emust
şeqamî řast pêşan eda bist be bist,
le tarîkîy dinyay piř areq û xwên,
dinyay şeř û dinyay cewr û dinyay cwên
pelkêş eka însan bo dinyay taze,
ew dinyayey her xoşîye û her naze!...
lew gelaney ke şwên biřway řast kewtin,
wek gelanî dwakewtûy tir nexewtin!
«azerî» bû, azerbaycan wiłatî,
řêgay lenîn kewte firyay necatî!
doynê kełbey gurgî qeyser eykiroşt,
wek tałanî be têła û şeq eyfiroşt,
şarî wêran wek şarî to û dêhatî
jawey ehat le nexoşîy û le qatî,
le nezanîy û řûtîy û qûtîy û hejarîy,
tirs û lerzî mał wêranî û bêkarîy...
bełam emřo xakî azerbaycanî,
ke dû řoje hatûyn bûyn be mîwanî,
wa le tîjgî řojî lenîna nuqme,
ełêy le ber xora gułî awrîşme!
«bako»y kiçî leser deryaçey qezwên,
şane eda le qijî zerdî xawên
legeł şane kirdinî ber awêne,
serî germe be goranîy bê wêne
ẍezel ẍezel ’eşqî «fizûlî» û «mecnûn»
be dengî soz exate bestey meḧzûn
ta hunerî řojhełatî îslamî
geşe bika û bijî dîsan «nîzamî»!