îmşew tenya bê cestey zebûnim

Li pirtûka:
Dîwanî Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 2 Xulek  7853 Dîtin
îmşew tenya bê cestey zebûnim
dîsan serwaz kerd diłey piř hûnim
xeyałanî xam hawirdim berdim
hawar ce demey henasey serdim!
zûxaw gêc meda dîgî derûnda
hûnaw hurşanaş cestey zebûnda
řenga řeng řeng, řeng gułgûn hûnim
qirçey birêştey kûrey derûnim
çun daney ser sac hur amam carcar
ce tawî dûkeł, ce şerarey nar
sozyam hey sozyam, wêney şu’ley nûr
bîm surmey subḧan awerdey koy tûr
min qeqnes newîm, ha bîm we qeqnes
yekcarîç îmşew, ha berşîm ce des
ewend xeyałan berdim we derûn
pey dûrîy yaran beter bîm zebûn
řo ce şew fêşter, zar û zelîlim
saqî! sa camê, emcar dexîlim
bider pêm noş kem çun herdecaran
we řeẍmî girdîn giroy meyxaran
şî’rî wêm tenxiway semtûr sazê
lêder, sa neyçî! her tarêş gazê
çing pêko ne cerg neẍmey sazeket
beraro toto mîqraz gazeket
sa derwêş! kefê bide ne řûy def
gyan muntezêren perê řêzey def
muẍennî! lêder yek îmşew sazan
beşqî ew kese toş awat wazan
bełke xemanim to derî we bad
heyhay cwanim, firêm hen mirad
saqî! sa dexîl we firyadim řes
be řûy nazewe cam gêre we des
dewr dere we naz çun herdecaran
pêmder yek menê seba û êwaran
ba wes bałînim sêławî hûn bo
amêtey zuxaw dîgî derûn bo
wexten ser ta pam bibo we zuxał
boyî siftekem hurgêro şemał
saqî! amanen, neşû ce wîrit
we firyadim řes to beşqî pîrit
beł îmşew xeman nederom we bad
saqî gyan! qurban, xatir kere şad
buwe we ba’is ey nîm gyanî sext
sa bełke nemro me’dûmîNasnava edebîy bedbext