biraymok û goranîy befir û mindałîm

pêşkeşe be hawřêy şa’îr kak «enwer qadir miḧemmed»
Li pirtûka:
Dû Sirûdî Kêwî
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 12 Xulek  1756 Dîtin
’îşq agirêke, ber buwe her kes debê be kes
ger řoje řeş wekû şewe bê, bû be şewçiraẍ
«meḧwî»
tewêłî şax lapeřey berdînî serte, řûm lewêye
ew gewaney ke bařêze û řino befir, tofî şî’ir û
kiřêwey em zemaneyan lê nûsîwe, eyxwêndmewe
eyxwêndmewe û bełam serinc leser şextey heł’exlîskê.
dûdił mebe, çawim hêşta le binarta pêřewkeye.
xoy be liqî dargiwêzekanî damênit egrêtewe
serim naxey? hetakû wirditir bimewe lew tewêłe.
sersamtir ebê gilêne, wek bînî aw heł’elerzê.
řûm le toye, befir enwê? emewê biçme naw nîgay
ew hewrewe hemû řojê xoy le kakuł û perçemî
xatû perî e’ałênê û bo biraymok etwêtewe
biçme nawî be gułî şořanê egem, peřey diłî
maç ekem û maçit ekem, kwanê destit, serim naxey?!
min ezanim to birûskey kêwît destemo û małî kird
tem natgirê, řamemêne, ey to le tofan nebûyt û
çeme gûley mergeweřit yix neda bo dengî xanî?!
řûm le toye, řûm pirsyare, xoşewîstît weramêkî
bałnexşîne ke esûtêt înca efřê û aram egrê.
řamemêne, řuxsarim demamk nîye ferhadêkî
dirozne xoy le şewî loçekanya ḧeşar dabê
mangêke sewz lenaw zerdeyî demuçawî awta enwê
ew gewaney ke bařêze û řino befir lêy nûsîwin
eyxwêndmewe, bełam serinc leser şextey heł’exlîskê
serim naxey? hetakû wirditir bimewe lew tewêłe
sersamtir ebê gilêne û wek bînî aw heł’elerzê.
řamemêne!
demeteşwê û nûkepaçî
hezar- ferhadî demamk -
şikan, peřîyn
bełam tełzimê le ḧerfî nawçewanî
to nebowe
tewêł bişkêt
ser enewêt
temaşaken: xoşewîstîy
min û perî çend zeryayekî berîne
hemû dinya cogey janî lê heł’egrê û
hêşta piře.
temaşa ken, ewînêkî çend berîne!
***
kwanê destit, serim naxey?!
mangî ałî diłdarîm û mangî sewzî
hejarekan, eyanewê lenaw befra
ahengê bo:
«perî xan»y tazebûk û
«biraymok»y tazezaway to bigêřn
dest le gerdin lûtke biken.
ay lew werzey
xem le destî doy direxta
heł’epeřê û řîşî sipîy xanî û, befir
beyekewe estêrey sewz û sûr egirin.
***
perî xan ḧeyranî ewt
řûy le to bû:
têy çirîkan
şewêk ’eşqêkî awaret
be byabanî diłêkda têpeř ebû
’eşq serxewêkî şikan
ke řoj bowe, lew cêyeda
xewn bûbû be kanyaw
mel dirextî xoy dozyewe
dirextîş bû be nîşaney
ew ’eşqaney xoyan le řêy
çawî befrî toda sûtan.
***
biraymok
destî naye bin gwêy lawik
têy çirîkan:
befir nanwê
binûstaye
kwêrekanîy
ejyayewe?
binûstaye
kwêstan ebû
be hewarî qaspey sûrî?
binûstaye
řûbarekan ne’exnikan?
***
biraymok çawî lê bû
befir ebarî û leber giřêkî dizrawda
dirzêk marî derûnî xoy derhênabû
heta germî bikatewe,
řîz řîz kilû hatne xwarê
egeyştin, ne’egeyştin
etwanewe
hezaran kilû bûn be aw
ta agiryan kujanewe!
***
tewêłî şax lapeřey berdînî serte, řûm lewêye
ew sirûde sipîyaney ew lenaw dengima eybarênê
ke xoretawî şî’rêkim lêyan eda, ebne hełmî
twanewey xoşewîstîm û be xerendî qûłî naxma
haje eken, çaw bigêřn, le kefçeřênî şetawî
erxewanî naw zełimda, hêroy ’eşqim ebînnewe
çaw bigêřn, le samnakîy daristane tûřekanda
řegî qûłî êşî xanîKes û ḧacîy koyeKesm edoznewe
zengî karwanî ser befre, řê ekat û gwê řagirin
derbendekan hawar eken «eme řêçkey gułestêrey
şî’rekanin têpeř ebin, kuřî şexten, kiçî baran û řehêłen»
ziringey em le derbenda û xirmey ewîş lejêr qaçî
xêłî giřda, pole kewî lapałekan heł’efřênin
ke hełfiřîn, qaspeş efřê û hozî diłdar
beyekewe ser bo samałî tewêłî to heł’ebiřn
befranbare, mîr dełê: «bew mangî kanûnê
bew çilûy zistanê, debê biřoy, derti’ekem
le wiłatê» biraym dełê: le xom bê’îxtyarê
lêm bigeřê, heta newrozê û beharê
eto gulêk bûy. gul lewaney nefrîne
xatû perî xan dełê: biraym leknim zistanê sexte
mirdin bo toye, xem bo minî małwêranê
befranbare û lem mangeda
çya aşnay ew ewîne sewzaneye
mil be tofanewe enên
lem mangeda şax eyewê
kuřekanî xoy binasê
řeşayî herçî řewez û mile û kawanêkî heye
le sehoł û zuqim egrê
ke kiřêwey narde derê
bangyan ekat
nîşaneyan bo da’ekat
kê pêştir hełîbgirêt û bîbat bîda
le kêlekey «biraymok»
perî xanî kiçî befir, ew eyxiwazê û
le newrozda bûk ebate
hobey demî gułanewe!
***
biraymok zîndû bowe û em careyan bû be şa’îr
şew zeryayekî sipîye û êcgar menge
lew dîwewe befir ebarê, lem dîwewe
twêjałê tem bote tane, leser çawî pencereke
lew dîwewe, giřî dûrî - heybet sułtan -
wekû çawî pişîlekey em dîwî naw tarîkayîy
binî heywan, birîskey dêt. lew dîwewe
dirextekan komawey jêr leşî befirin
lem dîwewe «ḧacî qadir» giřî çawî xoştir kird û
hestaye pêyan, azarêke û pyase ekat, be lepî dest
taney siřî ew dîw hate em dîwewe, legeł befra
çaw le çawî xoşewîstîy perî xan gyan natrûkênin
bêdengîyek bû be şî’ir
befir witî:
-to nanûyt û minîş nanûm
min diłdarêkim dujmindar
çawê lêknêm
tewêłî berzim da’enêm
ey to boçî?
ḧacîy witî:
-min êşkiçîy yareketim, lew řojewe ew pêy witim
befir diłî dawe be min, lew katewe şî’irim çiray
dagîrsawî ser tewêłte û heta emirim
xoşewîstît le karwanî
em derûne koçereda
pêşengêke û le dwayewe, menził menził
řêy sûtanî legeł ebiřim.
şew gomêkî sipî û menge, ḧacîş bałayekî sûre
lenaw ewda dêt û eçê, zamî diłî etrûkênê.
azarêke û be çwarimişqî danîştuwe. qełemêke û
le gîrfanî «koye»daye, pirtey çiraw lêdanî diłî wişekan
leyek wexta leser řanî kewtine sema
eger minim le fîraqyan kizem le cergewe dê
eger diłe wekû cergim dełêy ewa sûta
henasey beytêkî taze bû be haław
řoyî û xoy nûsan be çawî pencerewe
twêjałî tem herdû dîwî leyektirî dabřîwe
lew dîw befir her ebarê û enîşête ser zemînî
bexşinde dest, lem dîw qełem bejin û bałay
xemekanî kurd epêwê, benawya şoř ebêtewe.
lew dîw tirûske dûrekey heybet sułtan
kiz bû
kiztir
kujayewe
befir nenûst, lem dîwîş çaw, çawî ḧacî biraymok
ewîş nenûst
befir lew dîw, wişe lem dîw
beyekewe ebarên û, gişt endamî
leşî sirûdî em xake şîrîneyan
sipîy ekird!
***
ewa îsteyş şexteřêye
deryaçe bestî û řêwîyek
pêş karwan kewt
lenaw awêney sehołda
serî espe keḧîlekan gewretirin
bałay diłdar biłinditrin
selkeřêşim û řext û qełpoz
lenaw ewda zor cwantirin
teqey sim û piřme û kuřjin
hobeho û hawarî xêłî biraymok
daristanî ew denganen, têkřijawin
befir ebarê, kilû pepûley werîwî
ser řidên û simêł babřî kuřgeln
tarmayîy mîr kewtote dûy cêpê û cêsim
řêwî be ser siłêkî kird
řêwî kilkî tirsî bizwand
a lêreda singî sehoł qiłîşawe.
geřayewe
karwan řoyşit
tarmayîy hat, şirîxeyek, dwan û syan û
bûmelerzey qirmejin û heresî dûr
ta asmanîş hewrî lokey
xiste naw kune gwêyewe
biraymok negeyşte cê
maçumûçî guł û befre
guł û befir, tabloyekyan lenaw serî
minda nexşan
řeşeba hat, birdî û leser
tewêłî şax şekanyewe
befir taray girtotewe
befir nawî perî xane
lenaw awêney sehołda
řengî sipî û erxewanîy
heł’elerzin û lerzînyan
semay sirûdî naw gerûy kêwekane
befir ebarê
biraymok pałkewtuwe û
řûy le dunde
biraymok xew ebînê û
neşnûstuwe.
***
em careyan biraymok ebê be min:
mindał bûm û beyanîyek çawî sersamîm hełgiłofit
ewa řîz řîz, hêmin hêmin
asman şitêkî zor sipî řo ekate ḧewşekeman
hawarim kird: «daye, were şekkir barîy»
«ewe befre, kuřim befre»
-daye befir? em mîwane tazeye min yekem care ke eybînim,
«daye cwane».
eçûme ber pencereke, kilûm ejmard
yek, dû, sê, de, panze ne’ejmêrran
xeyałe biçkolanekem bałî egirt:
«befir firmêskî firîştey hewrekane, wekû daykim
ewîş egrî, firmêskî perî û firîşte tewaw nabin
befir lew lokeyeş eçêt
ke hellacekey ew řoje
bo êmey şî ekirdewe
xwa hellacêkî gewreye»
xeyałe biçkolanekem gewre ebû:
«dinya pałtoyekî sipîy zor estûrî leberdaye
şew sipîye, befir qijî mindałanîş wek bapîre
sipîy ekat, geřekekeman sipîye, hemû şitê
her sipîye
bełam kirasekey daykim
ax! betenya her ew řeşe!»
le gêjî řêşkewpêşkeda, çawekanim
wek berbînî çolekey bin gwêswanekan
mandû ebûn
befir xewî lê exsitim
şewêkî tir
ho daye xan! befir çîrokêkî sipîy awdamane
bîkere ber em şewane
daye xan gyan! gwêt lê nîye
wa espekey «biraymok»
leber małî «perî xan»da eḧîlênê?
xirmexirmî terzey çawî xatû perî
lawandinewey gwêbanîje û ser serbane?
ho daye xan! dapîre gyan
kełe pişkoy naw agirdan
çawî sûryan tê biřîwîn
mêwjeřeşke legeł řêy nehata xoşe
dest pê nakey, hebû, nebû
dest pê nakey?
temaşa ke befir hatote jûrewe
gwê řagrêt bo beytî xoy û hełekok
temaşa ke wirdîlekan
gwê qût, gwê qût
çon bot hatûnete ser çok
daye xan gyan! dameçłekê
ewe beřûn û eteqin
ho daye xan! dapîre gyan!
befir, beřû, kełepşiko
nebin çîrokeket
zor zû emrê!
***
em careyan biraymok şa’îrêkî dûr wiłate
zamekan enûsêtewe, řûy le toye:
sileymanîCih kiçî befir, dezgîranî wişey sewze
ey honrawe kełegete çaw řeşekem!
řûm tê nekey,
řazekanim lenaw çawta danegîrsên
řû wergêřî, tarîk ebim
befranbare û lem demeda xoşewîstîm
sehołe řêy şwanî xemte
befranbare û kołwaneket
erxewanêkî mil bekwên
lenaw diłma girtiwêtîyewe!
ewa hatin pole kewbařî ezmiřit
bo dîdenî şî’rêkî min, ewa hatin
ewa minîş sinewberêkim xiste řê
bo pêşwazîy, wa geyştin
wa hatne jûrî jûrewey
naw em singe şeqarey min.
ey perî xan!
’eşqit befre û diłim kwêstan
le her kwê bim, le her kwê bî
ne to eçîtewe û, ne dił
le kilût cya ebêtewe!