koç

Li pirtûka:
Dû Sirûdî Kêwî
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 29 Xulek  2693 Dîtin
lem şerḧî derdî ẍurbete, lem sozî hîcrete
dił řenge bê be aw û be çawa bika ’ibûr
nalî
serit bexşî be řeşeba û ewîş kirdî:
be sabatî ew lûtkaney
be ser pêdeştî awêney diłdarana
eyanřiwanî
net’ezanî?!
net’ezanî serit gewałe hewrêke
janî řehêłe û kuřjinî birûskekan řay’ejenê?
net’ezanî ebê biçîte tarîkîy
çawantewe û giryanî xot dagîrsênê?!
wa toy ewîst!
«perî», be tenya şewnimî bizey lêwî mangeşew û
diłopî goy wirşedarî memkê nîye
mijînî demî arezût damirkênê!
perî, be tenya qełbezey
leşêk nîye
bînî pyawetî pêwe nêy
bîxoytewe û bîxoytewe
ta têr ebî û leser gazî pişt bikewî û
biłêy: oxey ḧesamewe û
estêreyekim diłnya le cirîwey
dahatûm û xew ebînim.
estêrem û ebme baznê le destî
«perî xan»da û biłêy:
werzî firîşteye û
kotayîy hat řişanewey serzemînim
ne’, perî xan tirîfekey eşbê be giř,
neşbê be giř, etsûtênê!
etsûtênê û xołemêşî êsqanîşt
eda be dem ziryanewe.
ne’, perî xan eşbê be xaç û pyawetît
be bizmarî pencekanî
leser singî da’ekutê!
bo perî xan ferhadKes zore,
bełam kêye ejno be bêstûn da’eda û
řûy aw berew
ew zewîyane wer’egêřê
ke mêrûley wêranexak têyan eda?!
lem demeda hawêrkirdin lenêwanî
şew xoy û tarîkeşewda çawî ewê,
çawê dezûy temaşakey
bika be derzîy hengawî ew řêyewe
ke êş teqełî derûnî tê heł’eda
êş etwanê dałdet bida.
êş ezanê małî berbeyan le kwêye
milî kam řêgayan egrî û çi gêjenê
epêçîte naw derûnî şekettewe û
berbînî qurbanît le kam qulap
gîr ekeyt û be kam tewryan
şipirzeyît ebřêtewe?!
wa perî xan berew zenwêr le kejawey
beharêkda kewtote řê
herçî baxe legełyaye.
herçî darbeřûy kejane
menził
menził
legeł ewda, řegekanyan egwêznewe.
erxewanê nema xoy neka be çetrî
ser serî ew,
be taray ew.
řûbarekan le pêşyanewe «sîrwan»e û
şwênpêy kejawe heł’egirin.
şepolekan awêney pêş demî bûkin
sîmay hezar serçaweyan hełgirtuwe.
perî xan řoy, dû awanîş legełyaye
wa gwêm lêye
le hełpeřkêy şayîy befra
le serçopîy gułałeda
le kořî semay - balêy - pişkokanda
lenêwanî maçî guł û hełwerînî
gełakanda,
lenêwanî hajey dił û řoxî tenyay êwaranda
yek yek ełên
perî xan řoy
«kanî»m le min exwatewe û
le sipêney binî minda
řengî zîwînî ew hełdê
lenêwan memanî ewda heł’equłêm,
hełqułînim şwên mijînî demî ferhadekey ewe
ke wişk bûm
wişk ebê.
perî xan řoy, řoyştinî min çarenûse û
wa le mabênî memanda heł’equłê
min bałindey ser dirextî
leşî sewzî
perî xan bûm
leser lêwî
hêlaney - deng -m dirust kird
ke lencey kird
min bałim girt
perî xan řoy, neřom îtir
hełfiřînim, xoy le bałim ekatewe
xoşewîstîy
hêlanekem cê ehêłê
neřom, nabê binîşmewe!.
perî xan řoy, binar řût bû.
boçî eřwa û řanawestê,
heta twêjałî birînî gułekanî dênewe yek
deba neřwa û pişûyek bat!.
perî xan řoy, min gwêm lê bû
tarmayîyek
ke le şêwey dûpşikêkî bałdara bû
ke le şêwey kulleyekî agirînî
şaxdara bû
way pê ewt:
ebê ferhadeket min bim
ewîş nebim! le dû memk
memkê bo min
le dû maçda, maçê bo min
perî xan řoy, koçî perî bo ewe bû
herdû memkî û dû maçekey
bo ferhad bê!.
bîr kerewe peřey şepol
le kitêbî zeryay sereta, hełberewe
eme koçî çyakane, demuçawî «perî xan»yiş
asmanêke
bałdarêke
řûbarêke...
nawnîşanî hemûtanî le bînînya hełgirtuwe
eyba û eyba
heta eyda be dem givey ziryanewe
îste ziryan lenaw dengya
yek ledway yek
nawî hemû xinkawekan enûsêt û
eynê be nawçewanî xorewe.
to amadey ke bixinkêy ta perî xan
herdû memkî û dû maçekey
bo ferhad bê?!
serit
bexşî be řeşeba û,
şew swarêk bû
le paşkoy tarîkîy xoyda hełîgirtî:
leser piştî espî qetranîy em şewe
koç û barî herçî diłdarî řewende dabestirawe.
goranîyek le ser zarî
liqupope
dengidanewey le asoda
lenaw sîney çemekanda
ebne çîrok, ebne dastan:
koçî yarman, koçî sûrî hełałeye
koçî befrî firîşteye.
behare û xêł berewjûre
xêł: çiraye
çira: çawî dagîrsawî
jûr serî perîy leylaye.
xêł êmeyn û em dinyayeş bo leylaye
toyş çît ewê?!
êwem ewê
min hatûm û nanî şewm
têşûy řêgey perî xane
min hatûm û azarî xom řa’exem û,
temî tenyayî û hejarîm
edem be serî biłindî perî xanda.
min taray ewm le tałî dengê çinî
ke hawarî nêrgizecař
le awayîy agirewe boy hênabûm
fêrî kirdim:
be mişt lerzey bûmelerze
derbênim û bîkem be quřgî hejaranda:
hejarîne!
koçî êwe serqafłey birsêtî bin
legełtanim.
koçî êwe bargey xemî
zerd û sûrî tya bixen û
destî dirextî bê awî têda bigirin
legełtanim
xoşewîstîm: le kazîwey horetana
ser derdênê û ebê be pełey
genim û coy areqkirdûy leşî êwe.
gułegenmî herçî wişey naw defterî çawme
le hîlakîy bazûtana sewz ebê.
êwe çawin
eçne naw çawî minewe.
hejarîne
le her layek řeg û řîşey êwem bînî
serim lepałya dakutî
le her şwênê
şepoltan da, kenartan bûm.
kenarîş bûn, şepoltan bûm.
min ke hatim
baran nenûst û nenûstim
- min nanûm û xew ebînim -
baran
nenûst û
nenûstim.
baran lêwî nimey
na be goney
hełbestêkî awarewe
ke tînwêtî eyhonyêwe û
birsêtîy min eyxiwêndewe
hemû xwêndinewey baranê
asmanî bînînî ewê
hemû nûsînî hetawê
gîngiłî şewî dirêj û
řêbwaranî ser zimanî
naw demî nehengî ewê.
«koçî ziryan lew katewe destî pê kird
ke cogele le serçawe û
řûbar le zerya yaxî bû.
koçî ziryan lew řojewe destî pê kird
ke şimşêrî birûskekan
eçûn begij hewrî tałda û
daway çawî cwanî gelawêjyan ekird!»
baran nenûst û nenûstim
- min eşnûm û xew nabînim -
baran daykird
wişem daykird
ba hełîkird
serim daye
serim xiste ser řewezî
be pêwe westawî ser şax
řewez berze û temaşay damênî sûrî
perî xanî şîrîn ekat
damênî sûr xoy hełnakat
katê eřwa estêrekan le dwayewe
lawik ełên
katê eřwa birînekan
le řeşbełekî têkełî
nêwan guł û xołemêşda
heł’epeřn!.
ho perî xan
baran ezanê barînim
lenaw xêwetî şewgarî ẍerîbîma
çon da’ekat!
ew ezanê çîm pê ełê û çî pê ełêm!
ew ezanê
min le kam pełehewrewe
birûskey xom bo hênawe.
ew ezanê hełmî axekanî singim
le kam berzayîda bestî
ew ezanê leser lêwarî pencerey
kam xewnewe
kotrî sîmay mindałekan bom exwênin!
destyan wekû pelkegyay ser
kenarî awêkî xemnak
dirêj eken
çon emgenê!
daye ebê carêkî tir be sik hełmibgirîtewe!
ledaykibûnî em carem
ebê dwênêt lebar berêt.
daye ḧez ekem zîndû bim
be zîndûyî
lawanewetim gwê lê bê!.
lawanewet ew bałindey giryaneye
be denûk lenaw pêłûmda
denk denk
firmêskekan heł’egrêt û
wird wird çîney pişkinînî
le nehênîy nawewemda egeřêt û
janekan edozêtewe
lawanewet qułpî tenyayîm ser’exa
bo ser nîgay em sedeye.
lawanewet, be xoyewe emnûsênê û
berminada û berînadem
ta awêtey naw qułpî yektirî ebîn
heta emrîn!.
ba gwêm lê bêt lawanewet:
wek mindałîm
serim exate ser řanî
xoşewîstîy bêkotayît.
wek mindałîm wenewz lenaw koşta edem
tuxwa daye bimlawêne, laylayeket bigêřewe.
bimlawêne, bimlawêne
temaşake: ke aw eřwat
pelî hemû dirextekan
şořn bo maç!.
de maçim ke, min awî tom
awî to nîm?!
ey min tałî ew řinûy qijet nîm
ke hewarî bêkesîye û
xurîy teşîy zemanêke
zam eyřêsê û eyka be perdey
ser çirpay bûkî nakam?!
teşît bade, ewe serî giłołey janekem
lêt win nebim
temaşake û bimbînewe
lew hewredam ke mindałî lê ebarê
lew hewredam ke perî xan
swarî kejawekey buwe û
be awzengî çexmaxekan
eda le bin sikî esp û têske eka û
hênde nabat
le bazney em zemane der’epeřê û
ełê: katî ẍarî
deng û biłêse û şepole
katî ẍare, ẍare, ẍare
des bernedey hełemûte
des bernedey hewraz řûte
em hewraze berazêke
şifrekanî xoy çanduwe
řê şifreye.
be tenya em tûleřêye cêgey ẍare
des bernedey
mełas, mełas, cîř berewe
des bernedey!
kê ezanê carêkî tir etbînmewe?!
carêkî tir dengim ser ekatewe ser
serî kasî gwêgirtinit?!
lem werzeda, ke xêł berew zenwêr eřwa
lem werzeda, ke henasem
sîrwan legeł xoyda eyba
eyba wekû ew çiłaney
be şwên liqupopda egrîyn!
eyba wekû ew çoleke xinkawaney
ne xwêndyan û ne temaşay dinyayan kird!
kê ezanê etbînmewe?!
ta le ziney nîgakanit bixomewe û biłêm oxey,
win nebûyt û geřaytewe
ezanî bo?!
min daykitim
her awî kanîy çawî to lay min awe
her xoşewîstîy şarî to
lay min xoşewîstîy nawe.
ke cêmhêştûy
bo eweye cêtnehêłim!.
key wa nebûm
baran
nanwê û
minîş nanûm
key wa nebûm?!
«şwênewarî daristanêkî sûtawe û pel ekutê
bo dirextî yadekanî
her lewêda giryan gełay ew yadane
leber tirûskey sabatî şewgarêkda
eşwatewe
ke min şayetî kujraw û nekujrawîm».
êwe ełên: bîr kerewe.
minîş ełêm: bîr kenewe.
baran nenûst û nenûstim.
katê hatî û legeł xota ew şewanet hênayewe
ke pêkewe lebin sêberî awatî dirextêkda
legeł hejarî dinyada da’enîştîn
xew řengawřeng le diłmana yarîy ekird.
emanbînî: befrî sewzyan tya ebarî
emanbînî: ba řengidare
şîne, more
le yek kata emanbînî:
dîcle çawman exwatewe û
zirêbarîş gwê řa’egrê.
le yek katda hetaw bûyn û sêberîş bûyn
le yek katda pêkenîn û giryanîş bûyn.
baran
nenûst û nenûstim.
şewgar řoj bû, řojîş şewgar
baran eyut:
bo ewey gułegenmêk
lenaw leşî hetawewe
ser derbênê û destî tangoy
şemał bigrê û pêbkenê
ebê carêk lenaw hełma
twanewey xom bibînim û
carêkî tir le barînma, jyanewe!
minîş emut:
min le towe fêr bûm ke çon
mergim bikeme pêplîke û
dahatûmî pya serbixem!.
baran nenûst û nenûstim
katê hatî û xewekanit, xewekanim
řewanewe
her denkî řengê kewte jêr
pêławêkî asnewe
kujanewe, xewnekanman wek guł’estêre
satê bû
kujanewe
katê hatî û legeł xota
wêney şîrînit bo hênam
şîrîn waye?!
şîrîn tenya yek şîrîne
şîrîn waye?!
to bîbîne em şîrîne destekanî

bo
te
we.
çawekanî legeł pêłûy:
cu
ê
bo
te
we.
to bîbîne lêwî nafřê û nagate min?!
kwa şîrîne?!
ferhad şîrînî wat ewê?!
ferhad řûbarêkit ewê
dirextî xoy bixinkênê?!
ferhad, bałdarêkit ewê
hêlaney xoy bişêwênê û
řazî bê bewey ke nefřê?!
serim bexşî be baran û ewîş kirdî
be lafawê û řijanîye ew
doł û herd û kejanewe
ke nehengyan tya qût eda
baran nenûst û
nenûstim.
serim sengerê bû efřî û
legeł - ba -da beřê ekewt.
ewsa piřim kird be diłma û hawîştime naw:
lafawewe
lafaw bîbe
ew nahêłê wenewz bidey
lafaw bîbe
ew nahêłê serî ferhadkuj, binrê be:
leşî sipîy şîrînewe
şew swarêk bû
le paşkoy tarîkîy xoyda swarî kirdim
min mirdim û min nemirdim!
des bernedey
katî ẍarkirdinî merge
des bernedey
alêrewe şarî mirdin wek dûrîşe,
nizîkîşe!
des bernedey!
le tenûrî gêjendam û em sedeye
gêjim eda.
le gêjenda hełwêstî xot bidozewe
em gêjene sûřanewey
tirse be dewrî mirdinda
lem cêyeda keştîyekey nûḧKes
ser berewjêr ebêtewe
lem cêyeda
aw henase
le singî xinkawda eda
key «sundibad» geyştote em gêjene
key?! key?!
«be lêwarî mergî minda pyase eken
wa exnikêm embînin û bełam basî
xinkaw eken
derimbênin! pyasey ew ser tewaw naken
min exnikêm.
derimbênin! derimbênin!»
kê henasey hîç xinkawê heł’emjê?!
ey hawarî xinkawekan
kê dê le êwe bipirsê
eme zimanî xinkanî
estêreye û şayîy zelkaw
eme serdemî koçî řûbar û perî xane
ey perî xan!
herdû destim sewłî
naw keştîy řewendî
nîgay toye.
le nîgata min xełwetim.
le nîgata min goranîy
ew řezanem hêşûy werzî
bexşindeyîy zemîn egirin.
ey perî xan! zemîn toyt û
to zemînî.
ey perî xan! lêm geřê ba:
semay mirdin leser ew lûtkane bikem
ke be tirs dapoşrawin.
lêm geřê ba em kiłpeye
le operêtî sûtana
des bikate milî ceřawî naw petim.
lêm geřê ba:
leser şanoy perasûy xom
ḧałim lê bê û
be giřewe biçme naw diłî yezdan û
ew řastîye bidozmewe
ke le xulyay
nesrewtî naw serma ejî
lêm geřê ba hemû carê
ledaykibûnêkî taze,
mergî taze
bibînim û bibîsim û xor le dûrgey
nehênîda bênme derê û
nexşeyekî tir bo gyanim bikêşmewe!
«ke eçme naw mirduwanewe û řa’ewestim
qenarekan řa’eken û petekanîş
îtir xoyan girmołey lay
berpêm eken
ke eçme naw mirdinewe û serinc edem
be çawî xom
ledaykibûnî - nehênî -y to ebînim.
xwa ebînim:
dêt û yek yek
diłî hemû estêrekan exate naw
lepî destim».
key wa nebûm.
baran nanwê û
minîş nanûm.
baran xoy kird be derûnma, lenaw bîrma zemîn hestaye
ser pêyan û bangî lê kird. bêşey çiřî řwanînî min
şarî nedozrawey tyaye, min diłdarim ey perî xan.
min diłdarim, dirextekanî naw gyanit enûsmewe.
kejekanî naw bînayît exwênmewe, detoş gyane!
bimnûsewe û bimxiwênewe, leser leşî her gełayek
ke ewerê û ke nawerê, bimxiwênewe û bimnûsewe.
le keyewe to «sîzîf»y û em cîhaneş
berdekete?!
le keyewe to «zorbaKes»yit û bûmelerzeyş
semakete?!
bîrit naye! herwek mirdin bîrî naye
le kwê buwe?!
bîrit naye herwekû aw bîrî naye
bo yekem car
janî be kam oqyanûs û
zeryawe girt?!
bîrim naye, bełam ewende ezanim
be yekewe min sîzîf û zorba û merg û
oqyanûsim!.
baran nenûst û
nenûstim.
nîsan hat û gułî çawî gundekan û şarekanî
da le yexey mêjûy zemîn.
le kotayîy řojekanî nîsanda bû
çûm bepîrîy ew cogeyewe le lêłîy
demuçawya
em swêske kujrawaney berew kenarê řa’eda
ke gořîçey yadgarî
giryanim bûn.
beyanîyek le kotayîy řojekanî nîsanda bû
şewezengê
lenaw demî
ejdîhawe
kewte xwarê.
beyanî bû, xor awa bû
hat, hat, hat
bûmelerze, qîje, agir, dûkeł, xwên,
nyaz û xołemêş.
ey nîsanî gułî řeşpoş çît lê kirdim!
serit bexşî be řeşeba û
çûyte naw çawî mergewe û
çiray giryanit dagîrsan.
çiray giryan
řengî şewqî
le mangî kujraw wer’egrê.
to leberya dabnîşe û
«lorkaKes» bêne tenîştewe û
ewsa wek
dû cûte serû
hełçin, hełçin, hełçin, biřon
hetakû mang
le baweşî şî’ir egirin!
baran nenûst û nenûstim
em ziryane le «gilgamş»y karwanya
qařey tofan nawnûs ekat.
dergay dastan û efsane
leser «enkîdo»y hawřêy ekatewe.
toş pîreke û zerya ke be!
peřînewe lem tofane
pirdêkî çexmaxey ewê!
toş «buraq» be!
bûm be buraqî peyamî sûtawekan, bûm be pîre û
be zeryakey naw řomanî koçî em carey perî xan.
kêwekanim lenaw wiřey xomda mit kird. kêwekanim,
beser wişemda hełgeřan. le nêrîney tirsa jyam.
min zimanî xencerê bûm xwênî kêlanekey xomim elistewe û
hemû řojê çaweřwanî,
hatnî kifnî xom ekird, hemû şewê çaweřwanî
tewrdasî biřînewey xomim ekird.
biřo, biřo ta egeyte dûřyanê
yekemyan be deste řasta, řêgey hate
to meygire.
milî çepyan bigre û biřo û berîmede
ta egeyte kanî û awê lêy lamede.
biřo, biřo deştêkî derzîyt dête řê
to her biřo, berew dwa negeřêytewe
to her biřo, ta egeyte ber eşkewtê
biço jûrê
le nîweyda xot mełas de.
ke temaşat kird ebînî:
le kenarî řûbarêkda dełedêwê lêy nûstuwe
memkêkî dawe bem şanya û
memkêkî tir be ew şanya
hîç deng meke.
awî řeş dêt, hîç deng meke
awî zerd dêt, hîç deng meke
awî sewz dêt, hîç deng meke
ke awî sûr hat biçore
pişt seryewe
tirist nebê, şimşêreket hełbikêşe
ta etwanî dest hełbiře
dest hełbiře
berew kajelakî serî
dayweşêne
dayweşêne
awî řeş hat
awî zerd hat
awî sewz hat
bełam awî sûr her nehat
boçî nehat?!
boçî nehat?!
bo ewey awî sûr bêt û şimşêreket bweşênî
ebê serçawe, le xwêna hełqułênî
be demarî řengekanda şoř bîtewe û
lenaw xorêkî tazeda ser derbênî.
bo ewey awî sûr bêt û şimşêreket bweşênî
ebê leşî merg û jyan
be yekewe řaweşênî!
daye, daye! min îstake dûkełêkim
le şwên birînî xomewe heł’estim û bew dûkełe
şedey serî em lûtkanet bo ebestim.
daye! îste çadir mine û min çadirim
xom heł’edem
lenaw kiřêwey xemî ser demuçawî
hejaranda xom heł’edem.
hełmi’eda, le ser azarî pałkewtûy
pêdeştî zam hełmi’eda!
çadir, çadir, çadir
şaremêrûley derkiraw
hêlane bo peřesêlkey bałkiraw û denûkkiraw.
çadir, çadir, lane bo kerwêşkî gîraw.
çadir, çadir
derzîy serma, perasûy sîl, koşî befir,
nanî giryaw, sîmay werîw, çawî mirdin,
gořistanê
serit bexşî be baran û
çûyte naw dengî xwênewe û
şew swarêk bû, le paşkoy řeşebay xoyda
hełîgirtî
net’ezanî çon emirdî?
net’ezanî ke: kewanî û řakêşanit
bo piçřanî jêy
gazerey piştî xore.
řakêşanit bo birdinewey girewekey
tîr hawêje!.
ey nazanî to kewanît?!
ey nazanî ke ḧewt sał bûyt
bawkit kewanêkî tir bû
bo tîr hawêj?
ey nazanî, ey nazanî
to kewanî?!
key wa nebûm
baran nanwê û,
minîş nanûm.
ey «perî xan»y wiłatî xołemêş û gułebaxim
to diłxiwazî hemûmanî û, hemûman toyn.
to baskî ew qełemaney
baweş eken be bangewazî dwařojda
to diłxiwazî ferhadêkî
le byabanî mêjûda
leber dakirdinî tewra
be jêr lêzmey têzab û be ser diřkezîy mirdinda
baz edat û bo ew karêze egeřê
ke giřî tînwêtîy melî memkekantî
tya bişkênê.
ey «perî xan»y wiłatî xołemêş û gułebaxim
ême betenya her nîgay to şik ebeyn
xot lenaw gêjî tofanda westawît û çawit lêye:
diłdarekanit der’eken
derman’eken û jêrpêyan
be qeraẍî dem û çaw û lûtman esiřn.
mîz ekene naw piştimil û destimanewe.
be mîz «ferhad»yan leser kartone şûşey
betałî wîskêkanyan bo enûsîn, a!
le qeraẍî řêwbanîşa le çwarçêwey
quř û lîte û toz û xołî
twêtakanyan egirtîn!
ey «perî xan»! emanewê xoşewîstît
wekû nan bibexşînewe.
wekû mindał bîgrîne koł.
wekû guł bîkeyn be çepik.
wek şî’ir bîxwênînewe
gwêyan be lokey tarîkî e’axnin
tif ekene nawçewanî
nan û mindał.
guł kwêr eken.
qaçî şî’ir ebřinewe.
çawit lêye: cêgey ziman egwêznewe û
morî eken.
eyanewê, ewan betenya moxî kadanyan
bo xełk ewê.
eyanewê, ewan betenya çawî şûşeyan
bo xełk ewê.
pasewanin, bełam nûstûn.
pasewantin û etdizin
pasewanin û kiçênît leser mêzyan
cokerêke û
pasewantin û…
çawî xote û ebê biłêy çawim nîye
gyanî xote û ebê biłêy gyanim nîye!
ey perî xan
baran nenûst û
nenûstim.
bełam çibkem, pêt negeyştim?!
serim bexşî be baran û şew swarêk bû
le paşkoy řeşebay xoyda swarî kirdim
bełam çibkem
pêt negeyştim, çibkem! çibkem!
ey perî xan!
beyanîyek katê hestam
katê zanîm, katê řwanîm
- lewberewe -
xoşewîstît bote şûşey
«abco»yekî xałî û dwatir leser serî
ferhadeket be nîşane eynênewe.
teq
teq
teq
teq
eynênewe, eyşkênin
eyşkênin, eynênewe.
ey perî xan!
beyanîyek katê řwanîm, katê zanîm
xoşewîstît
bote tepłekî cigere û
nêrgeley berdemî ewan
qułp
qułp
qułp, eymjinewe.
beyanîyek katê hestam, katê řwanîm
- lem berewe -
xoşewîstît bote qase û firoşgayek
be kilîlî
cumgey ferhadêkî kujraw
lêy nîştûn û eykenewe.
fiřan
fiřan
fiřan
fiřan...
ey perî xan, baran nenûst û nenûstim,
bełam çibkem pêt negeyştim!
katê hestam lejêr simî ew espedam
ke swarî bûm
katê řwanîm le berdemma
estêrey naw xewnekanim
pelkegyay ser pencekanim
be dway yekda,
wa: he ł we rîn
katê zanîm, milim lejêr heresî leşmaye
laşem lejêr dinyadaye
daw, daw, daw!.
katê zanîm, herdû destim
cêm’ehêłn
herdû qaçim cwê ebnewe
danekanim bûne mişar
nêrgey piştim ebřinewe.
lew lamewe pêçkey serim eřwa û eřwa û
be sikma xil ebêtewe
lem lawe zimanî xom emnûsêt û
lew lawe, emsiřêtewe
heres
heres
heres
heresêke heres eka bejêrewe
heresêke her dêt û dêt û dêt
nabřêtewe
nabřêtewe
řake, řake, řake
sêberî xot bigrerewe!.
çawî xote û ebê biłêy çawim nîye.
awî řeş hat, awî zerd hat,
bełam awî sûr her nehat
boçî nehat?!
boçî nehat?!
babe kwanê destekanit bo cêthêştin?!
babe ême eçîn bo kwê?!
babe boçî daykim egrî?!
boçî?! boçî?! boçî?!
le dwasałda
ferhadêkî kujraw witî:
leber ewey «herem»eke leser nûk û
ser berewjêr danrabû
heres wa bû, zewîş
binke û řegî ewîst
tofanekeş zeryawanî
çend xwayek bûn
xofoy gewre
xofoy
biçûk
xofoy
qiře
daryoşKesyiş deng û serî lê dizîbûyn
boye katê herem řûxa
nehengekanî dastan û der dastanî
em sedeye kobûnewe û
tofanekeyan hełmijî.
kêş mayewe
çîş mayewe
çûn be naxda
çûn be naxda
tełe, tełe
daw, daw, daw!.
şêt bûm, şêt bûm
kê ezanê carêkî tir etbînmewe
ta le ziney nîgakanit bixomewe û
biłêm oxey nemirdît û
geřaytewe, ezanî bo?!
çunke her awî kanîy çawî to
lay min awe.
çunke her xoşewîstîy şarî to
lay min xoşewîstîy nawe.
baran nenûst û nenûstim
le sêhem řojî pirsema
le şarêkda, ke hîy xom bû, hîy xom nebû
min mezatî
kifin û tateşor û
daremeyt û kêlekanî xomim ekird.
piř be demî jûrekan û hołekanî
«koşkî sipî» hawarim kird:
«werin bîkiřn, be çareke maye bîkiřn
werin, kake werin, bîkiřn:
ewe cacim, lêfe û doşek,
kumbarêk û pirêmzê
ewe çwar qap û mencełê
ewe lanke
ewe kiław û camane,
ewe şî’ir, sê dîwanî şêrko bêkes
werin kake, werin bîkiřn»
kake eme le çî edwêt?!
agir, ziryan
wêłî ke babe wêłî ke!
ewe qorî, ewe kiław û camane, ewe...
to ewan bere «şemêran» dwayî xom dêm.
ey qaseket bar kirduwe?!
ey xakekem, xakî perî
bo lemew dwa, ger pêşangey
tablokanî xom kirdewe
xo têm’egeyt?
xo pêm nałêy: řengekanit, wişekanit
xinkawî naw temumjin
nazanîn çawyan tya derkeyn.
ey şarekem, şarî perî
min têt’egem, toş têmbige
dway em koçe û ew ziryane
pêmekene eger tabloyekim wa bêt:
«le derewe bê çwarçêwe
layekî kewtote xwarê
bizmarêkî têła şêweş beser diłya dakutrawe
le nawewe: řeş, řeş, řeş
serî segêk wa be leşî biznêkewe
serî biznê wa be leşî espêkewe.
lepî destêkî bê pence
kêwêk leserî nûstuwe!.
le goşey deste řastîşda
mişkêk, bełam mişkî řastî
be qirteqirit
řengî tablo û tablo exwat»
ey perî xan! to çepke qijî deskeney hełkêşrawtim biderê
ta le gułdanî giryana hełîbgirim. bimxere naw dozextewe
ta xełatî sûtandinim, bikem be berokî merga.
êsta bê bînayîy eřom, pelkutanim lêdanî sewłe le gomî
hełmijrawda.
ey perî xan!
baran nenûst û nenûstim
bełam çibkem pêtnegeyştim.
ey perî xan
yek yek yexey
nexşe gewre gewrekanî dinyam girt û
hawarim kird:
perî xanî hemû dinya be ferhadî xoyan geyîn
ey perî xanî min boçî pêynegeyî?!
qîjandim beser hemû cîhanda
le bêjnigî qîjemewe
dest û pencey wirdîlekan
kewtine xwarê
řast bûnewe û çûn be çawî
ew peykerey
leber derwazey «nîwyorkCih»da
şan û milî sułtanekan eşêlêt û
bem dest giřî hełgirtuwe û
bew destî tir
xołî êskî diłdarekanî serbestî
pêda ekat.
hawarim kird û le şewî hawarmewe
řîz, řîz
mêxî hemû çadrekan hatne derê û
xoyan be singî şanoy gişt
walîyekanî em gêtîyeda dakutî.
bełam perî! eme sedey bêdengibûne
le serbiřînî, bałindey bêhêlane.
baran nenûst û nenûstim
bełam çibkem ey perî xan
pêtnegeyştim.
geřamewe
hatmewe ser małî çołî janekanim,
wekû kiras min gîngiłyan leber ekem.
legeł êşda wekû aşqewmaşqe
têk aławîn.
legeł xem û tenyayîda be kenarî xorinşînda
pyase ekeyn
lêk têr nabîn
ew goranîy «koçî yarim koçî sûre»m bo ełêt û
ewsa minîş dwahonrawey payîzî naw
çawanî hełwerîwî toy
leserxo bo exwênmewe:
gełay temaşat bo werî û kewte naw miştî henasey
tezîwmewe, sînem çałe xezanê bû, lêwanlêw bû
lew axaney wekû bêçuwe çolekey ber denke terze
xizabûne pał yektirî û hełlerzînyan wekû desmałî pûlekey
kilûy befir, eda be şanî direxte řûtekanda.
perî nawit wişeyek bû, bełam ziman tya win ebû.
carêkî tir le kwêt bênmewe dem binêm be řûnakîy gerdintewe
le kwêt bênmewe ta waşey şewî řeşim, le ber pêma
serbiřît û nawçewanî dagîrkirawim dîsanewe hełkeytewe.
perî nawit yek wişe bû
bełam herçî ferhengî şax û pêdeşte
le nîgata nexşey řênumayî û hîway
bînayîyan edozêwe.
gełay serinicit bo werî û kewte naw henasemewe?!
min henasem îste sûtûy perasûy xom
be ba ekat, ey leylakem! îste naxim
peřesêlkey wişeyeke bêhêlane
nizim efřê, bersingî xoy
be řûmetî gułałekan sûr ekat û
le awêney namoyîda xoy ebînê
lenaw baweşî giryanda,
gwê bo dengî xoy řa’egrê.
gełay serinicit bo werî û kewte naw miştî henasey
tezîwmewe, to goranîy řengawřengî xewî kej bûy.
piriçit řêjney baranê bû
be şan û milî şebeqa şoř ebowe û
leser kemerî binare çaw sewzekan
oqrey egirt.
ey perî gyan!
carêkî tir le kwêt bênmewe bo ewey
bimpirjênî le leşî xot, her wekû gułestêreyek
bimdey le befir û tirîfey memkekanit.
le kwêt bênmewe bo ewey:
satêkîş bê serxew le dengita bişkênim
satêkîş bê lenaw maçta
min be bałî giřtêberbûy qeqnesî lêw
xołemêşî êskî îstem dagîrsênim.
gełay serinicit bo werî û
kewte naw miştî henasey tezîwmewe?!
le lapeřey bîrewerîy defterekanî payîzda
cêge dêřê nabînyêwe
ta hełwerînî nwêtrî tya binûsêt
gełay temaşat bo werî û
kewte naw çałe xezanî sînemewe?!
baran
nenûst û nenûstim
ew ebarê û min ebarim
be’agam û ew ebarê û
min ser êłî koçkirdinim
berew germên.
ey perî xan! hemûy koçe,
çî ebînim hemûy koçe û
le ẍerîbîmda bar exen
le namoyîy çawma ejîn.
xewekanim ey perî xan! xewnekanim,
le xewîşma hemû şewê:
«be herdû dest xêra, xêra
her serî tałemûy řeşe û eyangirim
benaw demma le quřgimewe kêşyan ekem
kêşyan ekem, bełam ewseryan dyar nîye
nayangemê
epçiřên û dîsanewe dest pê ekem
tewaw nabin, epçiřên û deryandênim
epçiřên û kêşyan ekem.
ewserî tałemû wine, nayangemê»
ey perî xan le îstemda
satê nîye, çirkeyek yan deqîqeyek
hezaran sał tyaya ejîm.
le îsteda goşeyekî serim nîye
çend qařeyek le xulyada
penaberî sozî nebê û
tyayda negrîm.
ey perî xan min namoyîm
zemanî bêkotayîye.
baran nenûst û
nenûstim.
baran barî û minîş barîm
barîm û koçî lêxuřîn berew germên
swarî demî şimşêrêkî tîjî kirdûm
min mirdûm û min nemirdûm.
ewa hatûm
kilûy befrî demuçawim
leser pişko bibarênim
koçî yarman koçî řêy sûrî řûbare
hawîne û xêł
berew xware.
ey perî gyan!
le îsteda min betenya şewm heye
ke eçme lay, ke dête lam
şewm heye
şew koçî hozî xamoşî
lenaw diłe tenyakanda beřê ekat.
leser qedî dirextekan
tarîkîy enûsêtewe.
dałdey ew melane edat
ke xwêndinyan le quřg kirdûnetewe.
ey perî xan! şewm heye
ke ew dadê
darxurmakan yeke yeke
be’espayî
epeřnewe ewber kenar
epeřnewe û lew serewe
«furat» dênin bo dîdenîm
bo jûrekem.
ke «furat» dêt
şî’rekanim ebne «meşḧuf» û goranîy «řêl û ḧemed»m bo ełên.
ke furat dêt, wekû «heło»
ser ekate ser serî ẍerîbîy min û
egrî û egrî û
hewałî «sîrwan» epirsê!.
ey perî xan ke furat dêt
min çaw enêm be dûrbînî birînyewe
serçawey êşî ebînim
dête pêşê, zor nizîke
wa eybînim: serçawey êş
lenaw şaxda mêjûy dûrim
heł’ehêncê û eykate naw îstamewe
ke çaw enêm be dûrbînî birînyewe
le derûnya
laşey řûbarî xinkawî tir ebînim
lenaw binya
binî furat tabûtî quře û hezaran
gułî kujrawî tya nûstûn.
binî furat hezar sewłî
dest û bazûy becêmawî
diłdaranî awî tyaye
ey perî xan!
hemû şewê ke furat dête dîdenîm
ḧîkayetî masîy çawî
be zor le aw derhênrawî
toy bo ekem
gwêm bo egrê
ke min egrîm, ewîş egrî û
egrî û egrî û
heta wenewz le şepolî pêłwekanya
eybatewe.
heta lenaw gyanma enwê!
ey perî xan!
wa furat nûst
wa baran nûst
tenanet wa jûrekem nûst
pêxefim nûst,
bełam perî
ey «perî xan»y wiłatî
xołemêş û gułebaxim
min nenûstim
min nenûstim
min nenûstim!.