wagon

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  480 Dîtin
min ezanim herçend biřoyn
beyek nageyn
wek dû hêłî
şemendefer wehayn herdû
beyek nageyn
bełam gyane eger layş deyn
wagonî dił wer’egeřê
ewsa ezanî çend name û
şûşe ’etir û
çend jwan û çende maçî
xoşewîstîy herdûkmanî
têda emrê?!