řoman
Li pirtûka:
            Kazîwe
        Berhema:
                Şêrko Bêkes (1940-2013)
        
             1 Xulek
             1651 Dîtin
        
        
    
                ey leylakem
ew řomaney ke damîtê û,
dway xwêndinewey hênatewe
ke xistimewe kitêbxane biçkolekem
hemû kurte çîrokekan
dewryan girt û ewîş kewte
gêřanewey ew basaney, le seyranî
çend řojeyda legeł çawta
kirdibûnî
pêy ewtin:
ew şîrîne, ḧez le xwêndinewey çîrokî
kełegetî wek min eka
çîrokî kurt seyr naka
dway maweyek, temaşam kird
hemû kurte çîrokekan
leberxatrî çawekanit
yeke yeke
bûne řoman!.
			
            
        ew řomaney ke damîtê û,
dway xwêndinewey hênatewe
ke xistimewe kitêbxane biçkolekem
hemû kurte çîrokekan
dewryan girt û ewîş kewte
gêřanewey ew basaney, le seyranî
çend řojeyda legeł çawta
kirdibûnî
pêy ewtin:
ew şîrîne, ḧez le xwêndinewey çîrokî
kełegetî wek min eka
çîrokî kurt seyr naka
dway maweyek, temaşam kird
hemû kurte çîrokekan
leberxatrî çawekanit
yeke yeke
bûne řoman!.