hêşû

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  477 Dîtin
le řezî
çend car sûtawî leşî xomda
hêşûyekî becêmawim, hemû řojê
be sûtanma heł’eřwanim
hemû řojê ey kiçî cwan!
çaweřwanim
bêyt û le hełwasînî
tenyayîm keytewe
bêyt û be lêw
denk
denk
sûk, sûk, sûk
le ẍerîbîm bikeytewe
lenaw gułdanî memkita bimwerênî
bełam azarî gwê sûkim
hełnesênî
janim xeber nekeytewe.
ey kiçî cwan to etwanî awa bêyt û
bimkeytewe?