pol
Li pirtûka:
            Kazîwe
        Berhema:
                Şêrko Bêkes (1940-2013)
        
             1 Xulek
             1240 Dîtin
        
        
    
                lenaw polda
kiło tebaşîrê hesta,
řûy kirde řîze kursîyekan
witî ebim be mamosta!
kursîyek destî hełbiřî
witî: pirsê,
wanekeman leçî edwê?!
tebaşîreke boy nûsîn
-mêjûy birîn-
«dêryasîn» çuwe ser texte û,
dîwarekan kewtine giryan
pencere kewte xwêndinewey řûbarekan
birîn gewre bû, gewre bû
ta polî xwêndin lenawya
bû be keştî û
çarokey xwênînî hełda
mamostaş bû be «mangêk» û
le serewe, řêy şefeqî
nîşan eda!
			
            
        kiło tebaşîrê hesta,
řûy kirde řîze kursîyekan
witî ebim be mamosta!
kursîyek destî hełbiřî
witî: pirsê,
wanekeman leçî edwê?!
tebaşîreke boy nûsîn
-mêjûy birîn-
«dêryasîn» çuwe ser texte û,
dîwarekan kewtine giryan
pencere kewte xwêndinewey řûbarekan
birîn gewre bû, gewre bû
ta polî xwêndin lenawya
bû be keştî û
çarokey xwênînî hełda
mamostaş bû be «mangêk» û
le serewe, řêy şefeqî
nîşan eda!