le daristanêkda

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  974 Dîtin
tarîk dahat, şêrê le lanekey xoyda
bîrî kirdewe, çon sibey
pelamarî piłingekey hawsêy bida?
piłingekeş bîrî ekirdewe ke çon,
beyanî řêwî bigûrê û kewłî bika?
řêwîş bîrî ekirdewe
çon bigate hêlaney ew kune şaxe û
zernequtey kotir bixiwa?
kotrîş bîrî kirdewe
çon etwanê
řawçî û
bałinde û
ajełî
naw daristan hemû yek xa?!
çon etwanê?!