to

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  590 Dîtin
baweşim kird be beyanda
herdû destim bûn be şeqamî gizing û
çawekanî toyan pya řoy.
maçî nawdemî kejim kird
lêwekanim bûn be kanî û
çirpekantî le bina birîskayewe.
serim xiste ser řanî şew
xewekanim bûn be awêney hełbest û
bałay cwanî toyan tya dî
xoşewîstîy toyan tya dî.