karwankuje

bo «nesrîn»
Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  710 Dîtin
estêreyek çawî dagirt
şwênî kewtim
ew her řoyşit û minîş řoyştim
bom řawesta
lepał
dîwarî pełehewrêkda
bom řawesta
katê demim birde pêşê, maçî bikem
birûskeyek hat û perdey
nehênî leser labirdîn
diłî herçî
karwankujey diłdarane
pêy xoş kirdîn!