xoşewîstî

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1452 Dîtin
gwêm na be diłî xakewe
basî diłdarîy baran û xoy bo kirdim.
gwêm na be diłî awewe
basî xoşewîstîy xoy û
serçawekanî bo kirdim.
gwêm na be diłî darewe
basî xoşewîstîy xoy û
gełakanî bo ekirdim.
ke gwêşim na
be diłî xoşewîstî xoyewe, ewsa:
basî serbestî bo kirdim!