werzî pêncem

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  631 Dîtin
tawan, tawan!
katê bêşey çiřî tawan,
des enête bînî jyan.
çing exate cergî asoy
berebeyan.
deryay agir
ber’edate xermanî řenc
samał emrê.
genim gyanî heł’eqirçê
zemîn bo tinokê baran
bo diłopê
şepoř eka
asayş çawî kwêr ebê
şeř tînûyetî be xwên eşkê.
marî serşanî sedey nwê
le mêşkî hîwa têr ebê.
katê asman
katê hemû firîştekan
ajeł bałdar
bergî yaxîbûnî azar leber eken
řû wer’egêřn le yezdan.
katê, goranîy şarekem,
ebê be lawkî giryan.
katê, leşî darbeřokem
ebê be sûtûy wêrane.
dirextî şew
pelî tarîkîy ehawê.
katê ehremendî nûstû
le dengî wişey dîlkiraw
le hawarî řûnakî naw,
xorî zîndan řa’eçłekê!
des edate xencerî xwên
hetawî dił zamdar eka
hengawî - mezde - epêkê.
katê ke sał
herçiwar werzekey ewerê
dengyan, emrê
řengyan, emrê
ber be tenya hêşûy mergî,
sercem egrê.
katê ehremen bo encam
bo kotayî pê’ekenê!
lew kateda dîsanewe
carêkî tir
werzêkî tir
werzî pêncem
bo zerdeştêkî key duwem
bo mirovî wek firîşte..
dêtewe.. naw
carêkî.. tir
mezdey jyan, mezdey hetaw
ejêtewe
ejêtewe
ejêtewe