dîdenî

bo hawřêy şa’îrim ’. peşêw
Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  641 Dîtin
xanzad:
hatûm, legeł sêberî pełe hewrî ser
goyjey bê barana hatûm.
hatûm, legeł melî dengî birîndarî
hełbestî gorana hatûm.
legeł řeşebay azarî,
mêjûy erxewana hatûm.
hatûm, hatûm bo dîdenîy çawî
şew têzawî
bo lay qijî naw xezanî ałozkawî,
- xanzad - hatûm.
maçê, lew firmêskey pê’ekenê, maçê
maçê lew goney xezaney
xunçe epşikiwênê maçê.
maçê le befraw bo giřî wişey tînûm
hatûm legeł sêberî pełe hewrî ser
goyjey bê barana hatûm.
hatûm, bo ew maçe hatûm.
qeła:
le damêna katê espî mêjûm řagirt.
be ser peyjey temaşama diłim serxist!
kewte geřan, kewte pirsyar
kewte hawar!
be dway muẍêkî zerdeşta ke bîdwênê
ke be giřî çawî qeła ehremenî,
naw şewezeng bisûtênê!
muẍê derûnî awarey zorî wek min
be çiray řoḧî awîste bigeyenê.
muẍê be azarî werzî jyanewem binasênê!
muẍê le bergî řeşî sedey bîstema
leberî sedey nefreta,
em bergî - ’are - bidřênê!
hawar xinka, muẍ dyar nebû.
giřî çawî qeła kwanê?
dengî baran û řehêłey
qeła kwanê?
kwanê çawî xanzad, kwanê?
kwa hetawî singî, kwanê?
weram nebû
weram nebû
weram nebû!