estoy wird

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  598 Dîtin
«pêy bizanîn yan nezanîn, hemûman le çandin û dirwênekirdinî xirapeda beşdarîn...»
sermawsołey em zistaney
le konewe tyaya ejîn
dîwexanî ew qisaney
wekû binêştî cîř û tał
ta hîlakbûn, be dem eycûyn
înca be dest,
destî enqest
bo pêkenîn
yek le yektirî heł’esûyn.
***
dîwexanî ew basaney,
bo serzenişt, dûr le şerme.
dîwexanî ew şewaney,
wa çend sałe
be şewçerey xwardinî yek!
piř û germe!.
***
quř û lîtey ew zelkawey
lepewřû hemû têy kewtûyn
gêjî ew tof û gerdawey
bo neman, řapêçî kirdûyn.
dîwexanî ew gurganey
le pêstî meřa enwênin
seway ew naw cambazaney
le tarîkayîy eşkewta
abřûy ême edořênin!.
***
kořî ew diz û cerdaney
le dewrî şêx, wîrd exwênin!
lepał qoł û desbiřîna
nawî xwa û řastîy ehênin.
dîwexanî ew mîraney
be telîsmî tefrexwardin
xoyan û ême enwênin.
***
hemûy le estoy giştimane
estoy wirdiman!
hemûy nizmîy řewştimane
ewey kirdiman!.
***
ew çinganey lenaw xwêna,
xwênî yeka řengiman kirdin!.
ew demaney le cwênda
le xomana
şilman kirdin,
leber çawî dujminana,
ḧeyay yektirman pê birdin.
yexey yektirman pê girtin
sermawsołey em zistaney
ke berdewam tyaya ejîn
ew boşayîy serşêwaney
ke çend sałe
bê serubin!
tyaya dêyn û, tyaya eçîn!
ew pirsyarey
bê weramey!
ke têy nageyn.
çîye û leberçî wa ekeyn?
ew firmêskî sikałayey,
bo yektirî heł’eřêjîn
destew’ejno da’enîşîn
be ser singimana, ekêşîn
ax heta bin, heł’ekêşîn!
em nokerî û miskênîyey
ke be xo řewaney ebînîn
em jyaney be řiswayî
tya ebîsîn, tya ebînîn
hemûy le estoy giştimane
estoy wirdiman
hemûy nizmîy řewştimane
ewey kirdiman!.