zîndûy, mirdû!

Li pirtûka:
Kejawey Giryan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  1432 Dîtin
«dujminit nîm çunke pêt pênakenim, dostitim boye etgirênim û řastît lê naşarmewe.»
dû hezar û pênc sed sałe
mêjû ełê ledayk bûyn!.
dû hezar û pênc sed sałe
zirpuzîndûyn!
bełam hêşta, bawêşk edeyn
hêşta nûstûyn.
hêşta tewaw, têrxew nebûyn
hêşta enûyn.
dû hezar û pênc sed sałe
le xełk burdûyn!
le xoman hergîz neburdûyn.
dû hezar û pênc sed sałe,
wek êste wayn
yeknegirtûyn!.
lew katewe, çek hełgirtûyn
bełam hêşta sernekewtûyn.
keçî ełêyn: her serkewtûyn.
ełêyn: ême her nemirdûyn!.
***
her lêrewe ta wiłatî
berînî «çînCih»
be nokerî geřayn, řoştîn
be awatî
serkewtinî
bêgane gelê geyştîn:
le xwênî xoman bo řiştin.
le řołey xoman bo kuştin
ta twanîman qisey zorî
merayîman bo hełbestin
semaman kird, boman řistin.
wityan: adey dinya bigirin
ewe pare!
witman: başe!
wityan: bimirin, ewe pare
witman: başe
wityan: małî yektir bibiřn
lenaw yeka, yek serbiřn
wirgî yektirîy hełdiřn
ewe pare
witman: başe!.
***
dû hezar û pênc sed sałe
pêman ełên:
berd bin, dar bin
ełqe le gwê û xizmetkar bin
meř bin, mar bin
adey înca şêt bin, har bin
ełêyn: başe!
***
bitî daruberdiman perist
tacî hezar, şay bêganey
xwênexwêman
dana û perist
çend pêławî dujminanî
taze û konman,
cût kird, perist
emman perist, ewman perist!
dû hezar û pênc sed sałe
tenha her xoman neperist!.
dû hezar û pênc sed sałe
dêyn û deřoyn
wek şêt exoyn
serman qałe.
çene edeyn, heł’epeřîn
serçopîy nokerî egrîn
keçî destî, kirdeweman
her betałe
giftiman lałe!.
***
dû hezar û pênc sed sałe
meşkey dujminman ejenîn,
çunke şiłqey zil û xoşe.
be hî xoşman pê’ekenîn!
***
ewey gyanî řiswa nekird
řoyî û zû mird.
ewey kirnûşî namerdîy
nebird, zû mird!
wekû êsta,
dû hezar û pênc sed sałe
ewey pyaw bû lenawman bird!
***
bo şardinewey nengîy xoman
delaqey gewrey diroman
bo ewey xoman tefre deyn
wek lewewber hîçman nekird!
her hîç nekeyn
hatîn geřayn
kewtîne dûy gizîwfizî
le qujbinî mêjûy konda
xwêndewarman, kewtine dizî
dizîkirdin le şanazîy
kesanî tir, maye û mûrî gelanî tir.
hemû dinyayan kird be kurd!
pêẍemberanyan kird be kurd!
heta adem û ḧewaşyan
her kird be kurd.!
neyanpirsî:
ey boçî kurd
dû hezar û pênc sed sałe
bo xoy, hîçî be hîç nekird?!