her min xembarim

Li pirtûka:
Dîwanî Welî Dêwane
Berhema:
Welî Dêwane (1826-1881)
 2 Xulek  861 Dîtin
her min xembarim, her min xembarim
her min xemînim, her min xembarim
her min «perwane»y «şem» nadyarim
her min sergerdan zułmat tarim
her min sitarem ce neḧsî pesten
her min řay şeşder nerdim derbesten
her min çun mirîx xarcen yanem
her min bednamîm pexşen ce ’ałem
her min kuştey nêş ’eqreb jarenan
her min řîsway dewr řozgarenan
her min zîc neḧis keften we bextim
her min sizakêş azar sextim
her min «delu»asa ne qe’ir çahim
her min çun mecnûnKes çare syahim
her min îqbałim nerden nedaren
her min çun ferhadKes kokenîm karen
her min firîştey dewłet xamoşim
her min çun behram nimed we doşim
her min ce řay dîn bêzarîm westen
her min çun sen’an zunnarim besten
her min ce taney řeqîb nahał
her min şadî û zewq dinyam bî betał
her min perwaney peşêw ḧałenan
her min şew ta řo şem xeyałenan
her min cew sebeb sitarey çeftim
her min şem a’în ce şem dûr keftim
her min we bê «şemKes» giřagiř giřyam
zeng bed namî ne ’alem ziřyam
her min gişt pey şem xatirim řêşen
her yaran ’îlac derd min çêşen