cew řaguzerda

Li pirtûka:
Dîwanî Welî Dêwane
Berhema:
Welî Dêwane (1826-1881)
 1 Xulek  876 Dîtin
cew řaguzerda, cew řaguzerda
yek řo ce «lêłaxCih» ce wiřaguzerda
dîm «şemKes» xefte bê ce sub seḧerda
egrîce û zułfan pexiş bî we berda
egrîce û zułfan bûk tawus bał
pexiş bî ne dewr gonay guł mîsał
minîş pey îḧsan ewsa cew demda
egrîce û zułfiş şanam we hemda
awerdim pey wêm we dewan dew
zanam sûdiş hen pey bê xawî xew
fiday nesîm bam ’etir şem pêş bê
emşew zamanim yek yek sařêj bê
nesîm nawerday dewa pey derdim
bê şek ce durî ew min memerdim