bêzyay hozan

Li pirtûka:
Dîwanî Welî Dêwane
Berhema:
Welî Dêwane (1826-1881)
 1 Xulek  852 Dîtin
bêzyay hozan, bêzyay hozan
ha bîm we mecnûn bêzyay hozan
eger we ew zam byan diłsuzan
meger ne herdey «necd» m bidozan
er yaran yekê ew yadim aran
ya hem ce herdan ya ce kosaran
her جاێی meqam maway mecnûn bo
menziłgey mecnûn mat meḧzûn bo
ew menził meqam ew mesken camen
ew mawa û mekan yûrit mawamen
ce her جاێی xak zemîn piř nem bo
ce her ko komey weḧşyan cem bo
ew ca cay seylan giryan minen
ew kome komey dîwan minen
her sengê cêgew des yarim bo
yaran her kes yar ẍemgusarim bo
amanit hewał min bipersan cêş
mer ew bwaço ḧał wêłîm pêş
er bey nişanan nişanim nebo
avarî ce yûrit wêranim nebo
taqî bizanan bêşerit û şûnim
bêsewda ce fikir sewday mecnûnim